‘Operasyona Efrînê li dijî şikandina siyaseta demokratîk e’
- 09:27 26 Çile 2018
- Rojane
ÎZMÎR\AMED-Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku AKP rewşa xwe ya xeter bi êrîşa li ser Efrînê dixwaze bigire û got ku êrîşa li dijî Efrînê ji bo şikandina baweriya gel a li dijî siyaseta demokratîk e.
Êrîşên TSK û OSO’yê yên li dijî Efrînê ket roja 7’emîn. Piranî jê sivîl bi giştî 35 kes mirin. Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Semra Uzunok bi lêv kir ku Erdogan dixwaze bi êrîşê krîzê ji ser xwe bavêje û got HDP jî têde dixwazin gelek saziyan bikin bin dorpêçê.
Semrayê bi lêv kir ku ew wek HDP’ê wê qadên xwe yên siyaseta demokratîk her tim bikar bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Efrînê di esasa aştî, biratiyê de rêveberiya xwe ava kiriye. Ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd nake. Wê zarokên malbatên xizan bimrin û bên Tirkiyeyê û provaya şerê navxweyî bê kirin.Em wek HDP’ê dibêjin divê ev êrîş bên sekinandin. Em her kesî vexwendiyê dengê xwe dikin.”
Cigira Hevseroka DBP’ê Hacer Ozdemîr jî anî ziman ku li dijî gelan şerekî topyekun hatiye îlankirin û wiha wiha pê de çû: “AKP, MHP, CHP û Îyî Partî ku ti carî nebûn yek, dema mijar dibin Kurd dibin aktorên şer. Êrîşên Efrînê ne nûne. Di dema Kerkukê de jî Tirkiye, Îran û Iraq hevpar tevegeriyan. Li dijî Kurdan bi hev re tevdigerin.”
‘Ji Pergala Rojava ditirsin’
Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku avahiyên HDP û DBP’ê tên dagirkirin û got niha li Tirkiye û Bakur Efrîn hincet tê nîşandan û mirov tên binpêkirin û ev jî Rojava hedef digirin û tirsa li dijÎ pergala Rojava nîşan dide.








