Li Enqereyê li şûna revandinan hewldanên înfazê

  • 09:15 26 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE-  Endama ESP’ê û gaziya Pirsûsê Tulîn Gur ku ewil bi înfazê hat tehdîdkirin û piştre mala wê ji aliyê kesên ne diyar ve hat dorpêçkirin diyar kir ku  sazbûnên paramîlîter bi dewletê re dixebitin, li dijî wan polîtîkayek taybet tê bikaranîn û got ew li dijî tehdîdên mirin û revandinê serî natewînin.
 
Li Enqereyê di sala dawî de Tîma Ewlehiya Cemawerî (KGT) kesên sosyalîst û şoreşger direvînin û tehdîd dikin. Herî dawî endama SGDF’ê Hasret Korucu ji Kizilayê revandin û îşkence lê kirin. Beriya Hasretê jî, endama Yekitiya Xwendekarên Lîseyê Nebahat Aleyna Sert û endama Dev-Lîs’ê Turku Yilmaz hatibû revandin û tehdîdkirin.  Endamê ESP  û SGDF’ê Sedat Polat, Tulîn Gur û Burcu Durak jî di şeva borî de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi mirinê hatin tehdîdkirin.  Li gorî agahiyên ku sosyalîstan daye, van kesan li malbata Sedat geriyane û gotine : “Emê operasyonê li mala web ikin. Emê her kesê malê qetil bikin. Kurê xwe xilas bike.” Endama ESP’ê Tulîn Gur tiştên ku wê şevê jiyan vegot.
 
‘Malbata min tehd kirin’
 
Tulînê bi lêv kir ku piştî operasyona hefteya borî ya li dijî ESP’ê şûnde yek bi yek li malbatên wan geriyane û got: “Li malbata min geriyane û gotine emê keça te bikujin û hunê nekaribin cenaza wê jî bigirin. Piştî vê lêgerînê şûnde şevek din telefonê bavê Sedat jî dikin. heman rengî tehdî dikin.  Polîsekî ku bi navê Mehmet xwe daye nasîn jî gotiye ‘Kurê xwe ji malê derxîne. Mijarek mezin heye. Em ê operasyonê bikin. Ti dernexî em ê kurê te jî wek yên din bikujin.’ gotin.”
 
Tulînê daxuyakirin ku piştî vê axaftinê şûnde ji paçê mêze kirine û wiha got: “Li ber derî kesek hebû. Piştre wesayîtek hat.  komeke qerebalix ji wesayîtê peya bû û bi wan re hevdîtin kirin. 5 deqe şûnde wesayîtek din hat. Bi hev re hevdîtin kirin û sekinin.  Çawa dîtin em ji paçê wan temaşe dikin destê xwe ji me re hejandin. Me hema telefonê hevalê xwe kir. Me şandin qerekolê. Wesayîta polîsan hat ber derî.  Polîsan bi wan re hevdîtin kir.  10 deqe şûnde hemû belav bûn.  Lê polîsan tiştek nekir.  Heval û HDP’iyan em ji wir derxistin.”
 
‘Ji ber em şahidê komkujiya Pirsûsê ne’
 
Tulînê destnîşan kir ku ev tehdîd û êrîşên li dijî ESP’ê plankirîne û got ew vana ji Pirsûs, Enqere û Amedê nas dikin û got ev hêzên paramîlîter yên bi dewletê re hevkariyê dikine. Tulînê di berdewamiyê de diyar kir ku beriya komkujiya Pirsûsê bûyerên bi vî rengî jiyane û got ji ber şahidê vê komkujiyê bûne dixwazin wan bitirsînin.
 
Tulînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew wê li dijî van êrîşan serî netewînin.