Jinên Amedê: Pêdiviya gelê kurd bi fikr, raman û felsefeyên Serok heye
- 09:07 26 Çile 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED- Jinên Amedê nerazîbûna xwe li dijî tecrîdê anîn ziman û gotin ku pêdiviya gelê kurd bi fikr, raman û felsefeyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Jinan got ku ger li gor felsefeya Abdullah Ocalan gev bên avêtin wê demê her tişt hêsan tir dibe.
Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve Heyeta Îmraliyê, ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî malbata Rêberê PKK’ê Abdlullah Ocalan nikare pê re hevdîtinê çêbike û roj bi roj tecrîd tê girankirin. Jinên Amedê nerazîbûna xwe li dijî tecrîdê anîn ziman û gotin ku pêdiviya gelê kurd bi fikr, raman û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye.
Jina bi navê Zerîfe Soylemez tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku weke jineke kurd ew vê tecrîdê qebûl nake û ev tişt got: “Ez dixwazim di demeke nêz de tecrîda li ser Rêber Apo rabibe. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê kirin li ser hemû gelê kurd tê kirin. Ev tiştê ku li ser Serok û gelê kurd tê kirin neheqiye û nayê qebûl kirin. Dewleta tirk dibêje ger ku ew li ser Serokê kurdan tundiyê bikin wê kurd bitirsin û em ê wan biqedînin. Ev tiştê ku îro tê kirin şaşiyek e. Divê di demeke nêz de ji vê şaşiyê vegerin.”
‘Serhildana herî dawî jî Serhildana Apocîyan e’
Zerîfe di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji berê komarê vir de kurdan gelek serhildan û berxwedan kirine û wiha pêde çû: “Serhildana herî dawî jî Serhildana Apocîyan bû. Ji ber ku gelê kurd hetanê niha bi fikr, raman û felsefeya Serok re gav avîtine. Dewleta tirk çi dike bila bike tu hêza wan nikare me ji Serok qut bike. Lewra jî hetanê kurd li ser piyan bin û hetanê zimanê me yê kurdî hebe tu kes nikare me tune bike. Lê belê xwestekekî min ji gelê kurd heye, bila her kes li malê, derve bi zimanê xwe biaxivin. Divê ku em nehêlin zimanê me bê tunekirin. Çawa ku hezar sale zimanê kurdî hebû û hetanî îro neqediyaye divê em ji vê rojê şûnde jî nehêlin zimanê me winda bibe. Ji ber ku daxwaza Serok ew e ku xwedî li ziman bê derketin.”
‘Hetanê tecrîd ranebe divê em gelê kurd nesekinin’
Zerîfe di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabibe divê gelê kurd di serî de daxwazên wî bi cih bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ji bo ku em daxwazên Serok bi cih bînin divê gelê kurd derbikeve kolanan çalakiyan li dar bixe ji bo tecrîda li ser Serok bê bidawîkirin. Hetanê tecrîd ranebe divê em gelê kurd nesekinin.”
Bila dewlet dawî li vî şerî bîne
Jina bi navê Fahriye Çukur jî bi lêv kir ku bila dewlet dawî li vî şerî bîne, tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabike û wiha pê de çû: “Ev tecrîd ne bi tenê li ser Serok her wiha li ser girtiyên siyasî jî tê kirin. Ger tecrîda li ser Serok rabibe wê demê tecrîd û tundiya li ser girtiyan jî wê rabibe. Ji ber ku em hemû girêdayî Serok in. Ez bi hêvî me ku di demeke nêz de tecrîda li ser Serok rabibe û azadî çêbibe. Me kurd an bi salane gelek êş dît û em dixwazin êdî ev êş bi dawî bibe. Bila hemû gelê kurd, gelê ereb, çerkez, tirk, suryanî ji bo azadiyê dest bidin hev. Ji ber ku em dema dest bidin hev wê demê em ê biserkevin û azadiyê bînin vî welatê.”
‘Îro jî dor dora me kurdan e’
Fahriye di dirêjiya axaftina xwe de got ku bila di demeke nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û wiha domand: “Ji ber ku pêdiviya me bi felsefeya Serok heye. Ger ku em felsefeya serok bizanibin wê demê her tişt wê hêsantir bibe. Dema em li gor felsefeya Serok gav bavêjin wê hertişt baştir bibe. Lewra jî ji bo tecrîda li ser Serok rabibe divê gelê kurd çavê xwe baş vebike û derkeve kolanan. Ji ber ku Serok hetanê îro ji bo me kurdan gelek tişt kirine. Îro jî dor dora me ye. Hetanê ev tecrîda ji ser serok ranebe em ê nesekinin. Mifteya çareseriyê Girtîgeha Îmraliyê ye.”








