ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 26 Çile 2018
  • Rojev
 
 
*Jinên Kobanê li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efîrnê bertekên xwe nîşan dan û gotin:" Dê Efrîn bi hêza gel û şervanên YPJ/YPG'ê bi ser keve." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Amedê nerazîbûna xwe li dijî tecrîdê anîn ziman û gotin ku pêdiviya gelê kurd bi  fikr, raman û felsefeyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Jinan got ku ger li gor felsefeya Abdullah Ocalan gev bên avêtin wê demê her tişt hêsan tir dibe. DÎMEN HEYE
*Li Wanê jina ciwan a bi navê Oznur Laçîn ku bû hedefa guleyê û ji wê demê û şûn de nikare rabe serpiyan dixwaze dîsa rabe serpiyan û bimeşe. DÎMEN HEYE
 
*Endama ESP’ê û gaziya Pirsûsê Tulîn Gur ku ewil bi înfazê hat tehdîdkirin û piştre mala wê ji aliyê kesên ne diyar ve hat dorpêçkirin diyar kir ku  sazbûnên paramîlîter bi dewletê re dixebitin, li dijî wan polîtîkayek taybet tê bikaranîn û got ew li dijî tehdîdên mirin û revandinê serî natewînin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku AKP rewşa xwe ya xeter bi êrîşa li ser Efrînê dixwaze bigire û got ku êrîşa li dijî Efrînê ji bo şikandina baweriya gel a li dijî siyaseta demokratîk e. BI DÎEMEN
 
*Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Jinan a DBP’ê di 30-31’ê Çile de bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê’ û ‘Li dijî faşîzmê jin li berxwe didin’ wê pêk bê.  Berdevka Komîsyona Jinan a Navenda Giştî ya DBP’ê Sevîm Aksoy bang kir ku divê hemû jin li dora konferansê bibin xelek. 
 
*Li Farqînê warên dîrokî yên wekê Hasunî, Zembîlfroş û Azîzoglu  ji ber wêranbûnê bi tinebûnê re rû bi rû ne. Ev warên dîrokî ligel demê û qeyûman hîna jî li berxwe didin.
 
*Parêzera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Çagla Denîz diyar kir ku ger îro evqas îstîsmarên zarokan bê jiyîn divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî vê ji xwe bipirse. BI DÎMEN