Erîşên li ser Efrînê li Serêkaniyê hatin şermezarkirin
- 17:54 25 Çile 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Welatiyên Serêkaniyê bi pêşngiya TEV-DEM'ê êrîşên dewleta tirk li ser Efîrnê şermezar kirin.
Li bajarê Serêkaniyê yê geirêdayî Kantona Hesekê herêma Cizîrê bi dirûşma" Berxwedan Efîrnê dîrokî ye" welatiyên bajar bi pêşngiya Tevgera Civaka Demokeratîk (TEV-DEM) meşeke girseyî li dar xisintin. Di meşê de bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gondewarên wê ji pêkhateyên kurd, ereb, suriyanî, çeçen, her wiha tevahî endamên Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên Civaka Sivîl, Patiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) amade bûn.
Di meşa ku hat lidarixistin de wênaeyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG'ê hatin hilgirtin û pankertin bi nivîsa" Efrîn wê bi be goristan ji faşîzma Erduxan re", Efrîn em bi tere ne" hatin vekirin.
Meşê ji ber meclisa Gel ya bajarê Serêknaiyê destpêkir û heta Qada bajêr berdewam kir. Piştî deqeyk rêzgiritnÊ li ser navê TEV-DEM'ê axavtin hatin kirin, di axavtinaN de êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê bi tundî hatin şermezarkirin.
Bi dirûşmeya " Bijî berxwedana Efrînê" meş bi dawî bû.








