Gelê erab li Tilkoçerê ji bo Efrînê konê piştgiriyê veda
- 17:53 25 Çile 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li bajarokê Tilkoçerê gelê Ereb bi dirûşma " Efrîn em hemû bi cane xwe bi te re ne, em ê Efîrn bikin goristana dagirkeran" konê piştgiriyê ji bo gelê efîrnê vedan.
Gelê herêma Cizîrê bi hêmû hêza xwe piştgiriya gelê xwe yê Efîrnê dike, îro Li bajarokê Tilkoçer girêdayî navçeya Girkêlegê ya Kanotna Qamişlo herêma Cizîrê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Tilkoçer ve konêm piştgiriya berxwedan Efîrnê hat vedan, bisedan gelê Tilkoçer ji gelê ereb û gondewarên wê ji serê sibehê ve tevlî konê piştgiriyê bû û helwestê xwe li himber faşîzma Efrduxan nîşan didan. Wê kon sê roja bi armanca ku çalakiyên piştgiriyê bên lidarxistin vekirî bimîne.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Tilkoçer, û li ser navê partiyên ereban axavitn hat kirin. Her wiah li ser nave Ciwanên Tilkoçerê Rîma Mehmûd axaivî, Rîmayê berxwedana Efîrnê bi rihê ciwanên ereb silav kir û êrîşên dewlata tirk şermezar kirin û da zanîn ku piştgiriya gelê Cizîrê ji êrîşên li ser Efîrnê re wê bibe bersiv.
Her wiha li ser navê Kongira Star ya Tilkoçberê Hiyam Almizhil axivî, Hîyam diyar kir ku dê tu kes nikarîbe îradeya gelan bişkîne û wiha berdewam kir: " Îro em gelê herêmê bi yek rihî dijîn, me felsefeya azadiya yekitiya gelan misoger dikin û em ê Efîrnê bi tenê nehêlin."
Di heman demê de Rêvebera Kantona Qamişlo Şifaa Necîl axivî û wiha got" NetewEYA demokeratîk û yekitiya gelan îro bi serket, ji ber ku bi êşên xwe dibin yek. Ev êrîşên li ser Efîrnê li ser tevahî gelên Rojava ne û diêv ku demildest bersîv ji wan re bê dayîn. Em ê heta dawî xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.
Roja yekê a çalakiyên li konê piştgiriya bi Efrînê re bi dirûşmên " Bijî rêber Apo ,bijî berxwedana Efrinê" bi dawî bû.








