Jinên Partiyên Siyasî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

  • 16:20 25 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Partiyên Siyasî di pêşengtiya Kongra Star'ê de li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî  re ragihand û diyar kirin ku armanca van êrîşan têkbirina Netewa-Demokratîk e. 
 
Jinên Partiyên Siyasî li Kantona Kobanê bi pêşengtiya Kongra Star li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re dan. Di daxuyaniyê de Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûrî (Yekîtî) û Koordînasyona Jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê hazirbûn. Daxuyanî li ber qada şehîd Egîd ji hêla  endama Partiya Pêşverû Cîhan Îsa ve hat xwendin.  
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di destpêka kirîza Suriyeyê de, destwerdana dewleta Tirk a li ser serweriya Bakurê Sûriyeyê û Rojava heye, ji bo ku vîna gelê me û pirojeya wê ya siyasî têk bibe, hemû hêzên tarî destek kirin û bi ser me de şandin, lê di encamê de serkefin bû para gelê me.
 
Erdogan dizanibû ku Efrîn herêmeke aram e  û bi hezaran koçber di nava xwe de hembêz dike, lê hem li bejahî hem jî bi balafiran êrîşî Efrînê kirin. Her wiha daxwaz dike û hewil dide ku aramiya li herêmê têk bibe û pirojeya Demokratîk jiyana wekhev û azad binpê bike.
 
Şoreşa li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan hat sembolkirin, ji ber vê yekê jî bi van êrîşana dixwazin wê şoreşê têk bibin. Ji ber ku ev şoreş bû stargeheke pêşengtiyê ji tevahî jinên bakurê Sûriyeyê re. Armanca AKP'ê ew e ku herêmê ji şênî û niştecihên wê vala bike, wan bide koçberkirin û li dewsa wan hêzên xwe yên di bin sîwana Îtîlafa Sûriyeyê de bi cih bike.
 
Êrîşên dewleta Tirk û hevalên wê yên mîna Rûsya dixwazin mînaka Mehabada duyemîn li Efrînê pêk bînin. Em ji dewletên navnetewî, saziyên mafê mirovan û rêxistiên civaka sivîl daxwaz dikin ku bê deng nemînin û temaşe nekin.
 
Em jî weke jinên di nava Partiyan de soz didin gelê xwe yê li Efrînê ku em ê her dem li pişt wan bin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.