Kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 14:31 25 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Ji bo 18 kesên ku di encama êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan merasîma cenaze hat li darixistin. 
 
Êrêşên hewayî û bejahî ku Tirkiyeyê li dijî Efrînê dan destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dikin. Di encama êrîşên ku hatin krin de ji bo Şervanên QSD û YP/YPJ'ê û 3 sivîlên ku jiyana xwe ji dest dan merasîma cenaze hat lidarxisitn. Kesên ku li ber nexweşxaneya Avrînê kom bûn, cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan girtin ser milên xwe û heta derketina Efrînê meşiyan, di dema meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Wê Efrînê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.
 
Piştî meşê ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girin û piştî rêzgirtinê Enama Malbatên Şehîdan Şaziye îbrahîm axaftin kir. Di axaftina hat kirin de wiha hat gotin: "Deweleta tirk a dagiker bi serkêşiya Erdogan, AKP'e, MHP'ê êrîşî herêma Efîrnê dike, komkujiyan li ser gelê sivîl pêk tîne. Ev êrîşên ku tên kirin jî bi hevkariya Rusya û dewletên bêdeng dimînin e. Lê  Efrîn ax û warê şehîdan e û wê tu kes nikarîbe axa me dagir bike."
 
Piştî meşê cenazeyên şervanên QSD'ê li  Şehîdgeha Metînayê û yê sivîlan jî ji bo definkirinê şandin gundên wan.