KPCD'ê êrîşa li ser Efrînê şermezar kir
- 13:27 25 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Mamosteyên Herêma Efrînê bi daxwiyaniya çapemeniyê ji raya giştî re êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Mamosteyên Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi daxwiyaniya çapemeniyê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir. Di daxwiyaniyê de êrîşên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî hat şermezarkirin.
Daxwiyaniya çapemeniyê li ber navenda KPCD'ê bi tevlîbûn mamosteyan ji aliyê Berdevka Dibistanan Lîlav Cuma hat xwendin.
Daxwiyanî wiha bû:
Ji Efrînê .. Dilê berxwedana Serdemê re
"Piştî ku bi mehan dewleta Tirk a dagiker gef li Efîrnê xwarin, van çend roj in ev dewleta faşîst gefên xwe kirin pratîkê û bi rêya hevkarên xwe, êrîşî zarok, jin, pîr û kalan dike. Û di van kêliyan de bi rêya balafirên şer mal û dezgeyên sivîlan topebaran dike.
Divê hemû cîhan bizanibe ku ev şerê niha tê meşandin şerê navbera du zihniyetan de ye, şerê navbera zihniyeta netewa demokeratîk a wekhev û aşîtî xwaz û zihniyeta xwînmij û desthilatdar de ye. Şer navbera mirovahî û hovîtiyê de ye ji ber vê yekê em weke mamosteyên KPCD'ê tevahî kiryarên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navnetewî şermezar û lanet dikin.
Em cih û warê xwe ji tu dagirkeran re bernadin, li ser vî esasî em soz didin Rêber Apo, Şehîdên doza azadiyê ku heta dilopa xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin û parastina welatê xwe bikin û em şopa heval, şehîd, mamoste viyan Amara bernadin û em amede ne li rex pênûsa xwe çekan hildin ser milê xwe, em soz didin ku Efîrn bikin goristana Erdogan."
Daxwiyanî bi dirûşmên" Bijî rêber Apo", "Bijî şehîdên doza azadiyê", "Bijî berxwedana Efrînê", "Berxwedana serdemê, berxwedana jiyanê ye"
bi dawî bû








