Ji mudurê girtîgehê gefa '19'ê Kanûnê'

  • 11:41 25 Çile 2018
  • Rojane
ANTALYA - Girtiyên Tîpa L a Alanyayê ji aliyê Mudurê Yekemîn Girtîgehê Ali Şeref Kul bi van gotinan hat tehdîdkirin:"Min di operasyona 19'ê Kanûnê de cih girt. Ez di nava mudurên girtîgehan de yê herî bi kidem im û ez memûrê ku dewlet herî zêde baweriya xwe pê tînim e."
 
Jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê bi rêya nameya ku şandin ji malbatên xwe re, binpekirina mafan ê ku li girtîgehê tên jiyîn rave kirin. Girtiyan anîn ziman ku bi cezayên kêfî înfaza Emetullah Akçara û Hatîce Çakmak hatiye şewitandin û ji ber ku Suzan Paçal û Emetullah Akçara kamerayên ku 24 saetan wan dişopîne şikandine, 2 salan ceza lê hatine birîn. Her wiha girtiyan anîn ziman ku ji hevalan xwe ya sirgunî Girtîgeha Şakranê hatiye kirin agahiyê nagirin û wiha gotin:"Diyar dikin ku hevala me sirgun kirine. Lê ji 20 Kanûnê de me agahî jê negirtiye. Birine ku derê em nizanin û em ji ewlehiya wê bi fikar in."
 
Girtiyên ku govend gerandin cezayê hucreyê li wan hat birîn!
 
Girtiyan diyar kirin ku ji ber meqesa birûyan, tix û benikê kincan li girtiyan 15 rojan cezayê hucreyê hatiye birîn û ev ne bes derbarê wan de doz hatiye vekirin û wiha gotin:"Ji ber gerandina govendê û gotina stranan li çar hevalên me 11 rojan cezayê hucreyê hat birîn." 
 
'Poşmaniyê û îtirafkariyê li ser me ferz dikin.'
 
Girtiyan anîn ziman ku kiryarên kêfî normal kirine û dema ku ew derdikevin hevdîtinê tê xwestin ku goreyên xwe ji xwe bikin dema ku goreyan ji xwe nakin jî nahêlin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Û dîsa girtiyan anî ziman ku girtî li Tîpa L a Alanyayê ji aliyê Mudurê Yekemîn Girtîgehê Ali Şeref Kul bi van gotinan hat tehdîdkirin:"Min di operasyona 19'ê Kanûnê de cih girt. Ez di nava mudurên girtîgehan de yê herî bi kidem im û ez memûrê ku dewlet herî zêde baweriya xwe pê tînim e." Girtiyan anîn ziman ku ew tên tehdîdkirin û ji aliyê mudur û personelên girtîgehê poşmanî û îtirafkarî li wan tên ferzkirin.