Aqûbeta taxa Zeynel Abîdîn diyar bû
- 09:20 25 Çile 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pevçûnan taxên wêran bûn, ji înşaatên TOKÎ'yê re hatin vekirin. Taxa Zeynel Abîdîn mabû û niha aqûbeta wê diyar bû. Taxa Zeynel Abîdîn jî wê wek taxên din ji rantê re bê vekirin.
Li Nisêbînê piştî îlankirina rêveberiyên xweser 6 tax piştî berxwedanê hatin serobinokirin. Li taxên Dîcle, Abdulkadîrpaşa, Firat û Yenîşehîrê piştî hilweşînê TOKÎ hatin destpêkirin û der barê taxa Zeynel Abîdîn de tiştek nehat gotin. taxa ku ev du sal bû kavil lê dihat rokirin, der barê wê de Wezareta Bajarvanî û Derdorê nivîs şand Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Li taxê bi talîmata wezaretê wê 2 hezar û 600 avahî bên çêkirin.
Her wiha li beşa li alî Bakurê Sûriyeyê dinêre jî wê park bê çêkirin û li beşa Kolana Onder jî wê avahî bên çêkirin.
Bajar veguherî bajarê TOKÎ Nayê zanîn ku wê kengê înşat lê bê destpêkirin. Li taxên Dîcle, Abdulkadîrpaşa, Firat û Yenîmahale jî 4 hezar û 600 avahî hatin çêkirin û bi vê re wê navçe veguhere bajarê TOKÎ.








