‘Ji bilî şer û xwînê argumana AKP’ê nemaye’

  • 09:12 25 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE - Endama HDP MYK’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku ji bilî xwîn û şer argumana AKP’ê nemaye û eniya herî girîng a li dijî şer jin in û wiha got: “Em bertekên xwe nîşan bidin.” Endama Meclîsa Jinan Beycan Taşkiran jî  bi lêv kir ku şer tê wateya mirin û xizaniyê û got li dijî vê dagirkirinê bêdeng nemînin.
 
Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê berdewam dikin. Endama HDP MYK’ê Gulsum Agaoglu û Beycan Taşkiran bertek nîşanî êrîşan dan û diyar kirin ku îradeya jiyana hevpar tê hedefgirtin û got ev di alî Tirkiyeyê de encamên cidî wê derxin holê.
 
Beycan Taşkiran bi lêv kir ku desthilatdariyê ev demek dirêj e û li dijî gelan û kedkaran êrîş pêk dianî û wiha pê de çû: “Desthilatdariya di hundir de têk çûye dixwaze gelê Efrînê têk bibe. Li Efrînê ligel gelê Kurd, gelên din jî di asta azadîxwaz û demokratîk de dijîn. Li wir di heman demê de modelek azadixwaziyê heye. Em vê êrîşê ne tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî gelên têkoşîna azadiyê didin dibînin.
 
‘Em ê li dijî vê dagirkirinê bêdeng nemînin’
 
Beycanê bi lêv kir ku ji bo modela azadixwaz a Rojava bikeve jiyanê gelek têkoşîn dane û ev tişt bi lêv kir: “Hundir û derve hemû Rojhilata Navîn berê xwe daye vê modela azadixwaz. Jinên cîhanê ji şoreşa Rojava îlhamê digirin. Ji ber vê sedemê em dipên ku jin û saziyên jinan ên Tirkiyeyê û cîhanê li dijî vî şerî bibin xwedîhelwest. Em ê li dijî vê dagirkirinê bêdeng nemînin.”
 
‘Şer tê wateya mirin û xizaniyê’
 
Beycanê daxuyakirin ku desthilatdarî di her alî de krîzê dijî û bi awayekî cidî deyndarê hêzên navneteweyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hêzên kedkar ji vê re bêjin bes e. Şer tê wateya zêdetir mirin û xizaniyê. Ev jî ewil li jin û zarokan dixe. Jin wê rîska ku zarokên xwe wenda bikin bijîn. Divê em dengê xwe yê jiyanek wekhev, aştiyane û bi rûmet bilind bikin. Em bertekên xwe li dijî vî şerî nîşan bidin.
 
‘Desthilatdarî ji şer xwedî dibe’
 
Gulsum Agaoglu jî bi lêv kir ku hikumeta qesrê ji şer xwedî dibe û bal kişand ser mozîka gelan û got: “Li wir tenê êrîşî Kurdan nekirine. Ev êrîşeke li dijî îrade û wê modelê ye. Ji bilî xwîn û şer argumanek AKP’ê nemaye. Ji bo têkoşîna jiyana gelan li cem gelê Efrînê cih girtin girîng e. Şoreşa Jinê ya li Rojava li Efrînê tê jiyîn. Divê gel polîtîkayên bixwîn yên AKP’ê teşîr bikin.”