'Efrîn tu ne bi tenê yî Qamişlo li pişta te ye'

  • 18:13 24 Çile 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma " Efrîn tu ne bi tenê yî Qamişlo li pişta te ye" Bi hezaran kes li Qamişloyê derket kolanan û bi meşeke  girseyî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku li ser Efrînê pêk tîne şermezar kirin.  
 
Bi hezaran gelê Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê di pêşengiya rêveberiya bajêr de bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê  meşek li dar xisitn. Meş bi tevlibûna tevahî Sazî û Desteyên Rêveberya Xwser, Saziyên Civaka Sivîl, Kongira Star, TEV-DEM, partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD), YPJ, Asayîş,  Saziya MalbatêN Şehîdan û tevahiya welatiyên Kantona Qamişloyê bi awayekî girseyî hat lidarxistin.
 
Meşê ji Qada Şehîdên 12'ê Adarê hat destpêkirin û heta qada şehîdan hat berdewakirin. Di meşê de  wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û pankertên bi nivîsa " Ji dagirkeriya dewleta tirk re na" hatin hilgirint û  Alên YPJ/YPG'ê hatin hilgirtin.
 
Di dawiya meşê de ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre li ser navê Kongira Star Mizgîn Ehmed axivî.  Mizgîn li ser navê hemû meşvanan berxwedana Efîrnê silav kir û wiha got: " Dewleta tirk a digot ez ê di 24 seatan de  derbasî Efrînê bibim, hesabê wê vala derket, ji ber ku gelê Efînê û Bakurê Suriyê ev şeş sal bi hêz û îrade li ber xwe dide. Kes nikare îradeya gelên me bişkîne. Dewleta tirk di hemû siyaset û hersa xwe de li Bakur, Qendîl û Rojava têk çû.  Em wek gelê Cizîrê berxwedana xwe bi ya Efîrnê re dikin yek." 
 
Meş bi dirûşên" Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.