Malên sivîlan hatin talankirin
- 16:58 24 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN -Balafirên TSK'ê gundê Îska ku girêdayîn navçeya Şêrawa ye û gundê Celeme yê girêdayî navçeya Cinderîsê ya Efrînê bobe dikin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin balafirên TSK'ê gundê Îska ku girêdayîn navçeya Şêrawa ye û gundê Celeme yê girêdayî navçeya Cinderîsê ya Efrînê bobe dikin. Di çalakiya ku hêzên QSD'ê li Şahbayê pêk anîn de jî hat aşkerakirin ku 7 leşkerên tirk hatine kuştin û wesayitek jî hatiye rûxandin.
Li gorî agahiyên ku ji ANHA'yê hatin girtin jî hat aşkerakirin ku li gundê Kurnê yê navçeya Bilbilê malên sivîlan hatine talankirin û hatiye xwestin ku malbatekê birevînin.
Qasim Şêx Mihemed (70) ê ku ji gundê Qurnê ye diyar kir ku duh şevê gundê wan ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombebarankirin û wiha got: "Dema ku em di serdema êrîşêan de derketin derve çeteyan em girtin û telefon û pereyê li ser me xesp kirin." Her wiha hat diyarkirin ku piştî parastina hêzên QSD'ê TSK'a vekişiya ye.








