Jinan xwestin Leyla Guven serbest bê berdan
- 15:41 24 Çile 2018
- Rojane
AMED - Derbarê binçavkirina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Eda Bazencir axivî û wiha got:"Em diyar dikin ku em ji kiryarên we yên faşîst natirsin û em ji şer re careke din dibêjin na."
Derbarê binçavkirina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di 22'ê Çileyê de hat binçavkirin, li ber avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinên Sosyalîst û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Endama Dîwanê ya KCD'ê Eda Bazencir daxwiyanî xwend û wiha got:"Em ji pêvajoyeke ku Koalisyona AKP-MHP'ê dijminatiya li dijî kurdan gur kiriye de derbas dibin. Her wiha welat bi biryarên pêkanîna şer û hilweşandinê rû bi rû maye."
'Gelê sîvîl xisarê dibîne'
Eda bal kişand êrîşa li ser Efrînê û anî ziman ku li dijî deskeftiyên kurdan eniyek heye. Edayê anî ziman ku AKP, MHP û CHP wekî "hezkiriyên şer in" û wiha dewam kir:" Tirkiyeyê bi navê 'Zeytin Dali' operasyonek dest pê kir û gelê sîvîl ji vê yekê xisarê dibîne. Bêdengiya hêzên kuresel a li dijî vê êrîşê komkujî jî bi xwe re anî."
'Hemû kesên ku ji şer gotin na ketin bin çavan'
Edayê anî ziman ku Leyla Guven, ji rojnamegeran Nurcan Baysal, İshak Karakaş, Hayrî Demîr, Sibel Hurtaş, endamên partiyên siyasî û bi dehan kesan ji ber ku "ji şer re gotin na" hatin binçavkirin. Her wiha Tayyip Erdogan bi rêya medyayê aliyên muhalif tehdîd kir.
'Em ê ji şer bibêjin na'
Edayê wiha dewam kir:"Em di van rojan de halê faşîzmê yê herî ber bi çav dijîn. Em jî di şexsê Leyla Guven de ji van kiryarên faşîst natirsin û em ji şer careke din dibêjin 'na'. Em wê îktadara ku hûn ditirsin wê ji destên we here qebûl nakin. Çimkî rêyeke ku em derketine ser ku dîktatoriya mêran hilweşînin heye."
Herî dawî Edayê got: " Em dev ji gotina 'ji şer re na' û ji geşkirina serîldana xwe bernadin.
Daxwiyanî bi dirûşma jinan a "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.








