Jinên girtî ji bo Efrînê bang li NY'ê kirin

  • 15:14 24 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Jinên girtî ên li Girîgeha Gebzeyê, bi çalakiya lêdana li deriyan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.  Her wiha girtiyan ji NY'ê re jî name şand. 
 
Girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Gebzeyê, êrîşên li ser Efrînê ku tên kirin şermezar kirin. Girtiyên ku bi çalakiya lêdana deriyê qawîşên ku lê dimînin êrîş şermezar kirin, ji Konseya Ewlehiyê  Neteweyên Yekbûyî (NY) re jî name şandin. Girtiyên jin armanca avakirina konseyê bi bîr xistin diyar kirin ku Tirkiye destkefitiyên ku bi riya aşatiyê li Efrnê hatine bidestxistin ji bo xwe kirine hedef.
 
Di nameya ku hat şandin de ji NY'ê hat xwestin ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne.