Rêxistinên Jinan: Em ê xwedî li Efrînê derkevin

  • 15:00 24 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê ku bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da wiha got; "Dijderketina li êrîşên li ser Efrînê dijderketina li sazûmankirina faşîzmê, dîktoriya yek kesî, şer û şerê di navbera gelan de ye." SKM'ê jî got; "Wekî ku duh me got îro jî em hêza xwe ji şoreşa jinê ya li Rojava digirin. Em ê li dijî dagirkirina Efrînê bi berxwedana hevpar a jinan bisekinin."
 
Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  derbarê êrîşên li ser Efrînê ku di roja 5'emîn de berdewam dikin de daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniya ku da de wiha got: "Îktîdara AKP'ê ku her roj bi medyaya xwe, daraza xwe , bi êrîşên xwe yên li ser jinan li civakê şîdetê ferz dike, Ji bo gelên li Tirkiyeyê ji bilî mirin, kuştin û şer wêdetir tu pêşerojekê amade nake."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"CHP û aliyên ku ji bo êrîşên li ser Efrînê li pişt AKP -MHP'a ku hatina asta bêyî tundiyê nikarin îktîdara xwe rêve bibin, ne ji bo bekaya dewletê xizmetê dikin ji zîhniyeta faşît re xizmetê dikin. Zîhniyeta ku dibêje 'Divê jin û mêr ne di heman statuyeê de be' îro êrîşî gelên li Efrînê ku dixwaze li dijî DAÎŞ'ê civakeke wekheviya jinê diparêze ava bike dike.   
 
'Em ê Rojava biparêzin'
 
Em ê jin li dijî hikûmeta ku jinê tune dihesibîne,saziyên jinan digire û zewaca zarokên 9 salî rewa dibîne, li Rojava û Efrîna ku civakeke wekheviya jin û mer esas digire înşa dike biparêzin." 
 
SKM: Em ê lidijî êrîşên li ser Efrnê rawestin
 
Herwiha Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) jî bertek nîşpanî êrîşa li dijî efrînê û biniçavkinên ku ji ber parvekirinên derbarê mijarê de hatin kirin da.  SKM'ê diyar kir ku ew dixwazin demildest kesên ji ber parvekirinên Efrnên hatine binçavkirin bên berdan û ev tişt got: "Em jinên sosyalîst û welatparêz em ê li dijî şerê ku berhema zîhniyeta baviksalar e wekî ku me duh li Rojava li ber xwe da em îro jî vê berxwedana xwe ji bo Efrnê berdewam bikin. Bi binçavkirinan hûn nikarin me bêdeng bikin.  Wekî ku me berê jî kir û me hêza xwe ji şoreşa Roava ya jinê girt em ê îro jî bi vî rengî li dijî êrîşên Efrînê li ber xwe bdin. Em ê li dijî dagirkirina Efrnîê bi bi berxwedana hevpar a jinan li ber xwe bidin."