Jinên Efrînê derbarê êrîşên li ser Efrînê daxwiyanî dan

  • 13:54 24 Çile 2018
  • Rojane

EFRÎN - Jinên Kantona Efrînê di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê de daxwiyaniyek çapemeniyê dan.

Bi dehan Jinên Kantona Efrînê di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser hêrêma Efrînê û gundewarên wê de daxwiyaniyek çapemeniyê dan, di daxwiyaniyê de jinên Kantona Efrînê bi cil û rextan soza parastina Efrînê dan. Daxwiyanî ji hêla endama rêveberiya Kongra Star  Muşîra Mela Reşîd bi zimanê erebî û kurdî li ser navê jinên Efrînê hat xwendin.
 
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
 
Ji bo raya giştî û navnetewî: 
 
"Hemû bûyerên li herêma Efrînê diqewimin dûrî ehlaqê şer e, ji bo vê jî em bi navê jinên herêma Efîrnê em van êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Her kes dizane ku ne ji hêza kurdan ba tu hêzên leşkerî nikarîbûn li hember hovîtiya DAÎŞ'ê bisekiniya, tenê hêzên Sûriyeya Demokreratîk QSD bi pêşengtiya hêzên kurdî YPJ/YPG'ê li hember hovîtiya DAÎŞ'ê sekinîn û bi dawî jî kir. Rûsyayê li hemberî doza kurda xiyaneta xwe berdewam kir. Ne top û tanqên dewleta tirk ne jî bêdengiya dewletên navneteweyî hêza kurdan nikare bişikîne.
 
Gel li herêma Efrînê dirûşmeyek ji jiyana xwe re diyar kiriye 'ew jî berxwedan jiyan e', ev dirûşme di pêşengtiya jin û ciwanan pêk tê. Her kes dibêje em YPG û YPJ ne, em hemû cangoriyên Efrînê ne, temen û bedelên wê çi bin em tu carî gavan paş de navêjin û dev ji axa xwe ya pîroz bernadin, çiqas dem dirêj be em ê li berxwe bidin. Çiqas bi tundî êrîş bikin em dev ji axa Efrînê bernadin.
 
Banga me ji civaka navneteweyî re  û rêxistinên Mafê mirovan re  ev e ku li hember vê hovitiyê bisekinin. Çawa ku rêber Apo dibêje jiyana xwe bikin berxwedan em ê berxwe bidin. Sekeftin ya me ye."
 
Daxwiyanî bi dirûşma" Bijî berxwedan Efîrnê" bi dawî bû.