Li Tersûsê jimariya tazî li ser jinên girtî tê fezkirin

  • 12:49 24 Çile 2018
  • Rojane
EDENE - Tugba Sert a ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de tê girtin anî ziman ku girtine ser koguşên wan û jinên ku di serşokê de bûn hejmariya tazî li ser wan hatiye ferzkirin, dema ku girtiyên jin ev yek qebûl nekirine hatine derbkirin. 
 
Tugba Sert jina ku li Girtîgeha Tipa T a Tersûsê tê girtin di hevdîtina ku bi malbata xwe re pêk anî de binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehê tên kirin ji malbata xwe re vegot. Tugbayê diyar kir ku li girtîgehê her ku diçe zext zêde dibe û wiha got:" Dema ku bi ser koguşên me de girtin di wê demê de hinek hevalên me yên jin di serşokê de bûn û gardiyanan hejmariya tazî li ser hevalên me ferz kir, dema ku hevalên me yên jin li dijî vê yekê derketin, ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Ji porên hevalên me yên jin girtin û li erdê kişandin. Em di derbarê vê mijarê de banga hestiyariyê li raya giştî dikin."