Jin: Dawî li vî şerî bînin
- 09:26 24 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Jinan bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê da û gotin ev polîtîkaya dagirkirinê ye û ev tişt vegot: “Di şer de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Divê dawî li vê êrîşê bê dayîn.”
Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê didomin. Jinên parêzvanên mafê mirovan bal kişandin ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê û gotin divê ev êrîş bi dawî be.
‘Gel aştiyê dixwazin’
Berxwedêra Yukselê , Acun Karadag diyar kir ku ew wek gel ne li alî tu şerî ne û got ew tenê li cem şerê li dijî emperyalîzmê tê dayîne. Acun bi lêv kir ku ew her tim li dijî şer in û gel aştiyê dixwazin.
Ece Kutlu: Li dijî şer em aştiyê mezin bikin
Nivîskar Ece Kutlu jî bi lêv kir ku ew di pêvajoyeke bi fikar de ne û ev tişt vegot: “Em ketin pêvajoya şer. Pêvajo ne ji bo fêdeya gelan e. Em hewl didin fêm bikin ka çi dibe. Divê em li dijî şer bibin yek û têkoşînê bilind bikin.”
Zale:Em li dijî şer qêrînê bilind bikin
Aktîvîsta mafê mirovan Zale Karedemîr jî destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dikin û got ji bo ev her du kom zêde bi bandor nebin divê demildest şer bidawî be û got: “Çi karê leşkeran li aliyê din ê sînor heye. Divê li dijî şer qêrîn bê bihîstin.”








