Li Êlihê kuafor ji bo zarokan ‘porê bûkê’ çê nakin

  • 09:24 24 Çile 2018
  • Rojane
 
Berîtan Canozer
 
ÊLIH - Piştî Dîlokê, li Êlihê jî kuafuran nivîsa ‘Li vê kuafurê ji bo kesên di bin 18’yî de porê bûkê nayê çêkirin’ hat daliqandin.  Xwediyên kargeriyan gotin: “Em ê destûrê nedin mêtîngerkirina zarokên xwe. Em ê zarokên xwe biparêzin.”
 
Daxuyaniya diyanetê ya zarokên 9 salî dikarin bizewicin, dayîna rayeya birîna mehrê ya ji bo  meleyan û polîtîkayên bêcezabûnê. Ev hemû wek sedemên zêdebûna îstîsmara zayendî tên nîşandan. Baroya Dîlokê li dijî îstîsmara zarokan projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de kuaforên li bajar nivîsa ‘Li vê kuaforê ji bo kesên di bin temenê 18’yî de porê bûkê nayê çêkirin’ hat dukanan daliqandin. Niha Êlih jî li vê projeyê zêde bû.
 
‘Girîngiya temen tunebû’
 
Piranî jinên xwediyên kuafora yên li Êlihê jî di temenê biçûk de hatine zewicandin û ji bo aboriya xwe ava bikin ev pîşe hîn kirine. Li Êlihê jineke ku nexwest navê xwe bide got: “Gelo mêran pir zêde derbarê jiyana me de biryar negirtine. Dema em zewicîn kesî negot ‘ev şaş e’.  Malbatan çawa hinek pere didîtin em dizewicandin. Temen ji bo wan ne girîng bû.”
 
‘Em ê zarokan biparêzin’
 
Jinek din bi lêv kir ku wan xwe xelas nekirin lê belkî zarokan xilas bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê fetvayên ku dibêjin îstîsmar û kuştin sûce bên dayîn. Di bin navê ol de ahlaq mêtînger dikin. Em ê destûr nedin zarokên me bên binpêkirin. Em ê zarokên xwe biparêzin. Ez di kuafura xwe de por û makyaja zarokên di bin 18’yî de nakim.”
 
Gulbahar Kiliç a li kuafur dixebite jî bertek nîşanî zewacên zarokan dan û got divê malbat zarokên xwe bi zewacê têk nebin.