‘Ger di sûcên îstîsmarê de ceza bihata dayin…’

  • 09:23 24 Çile 2018
  • Rojane
 
WAN - Aktivîsta VAKAD’ê ku bi KHK’ê hat girtin, Songul Denîz derbarê 115 zarokên ku di encama îstîsmara zayendî de ducanî man û qeydên wan hatin veşartin de axivî û diyar kir ku ger di sûcên bi vî rengî de ceza bihata dayîn wê îro ev lîsteyên şermê nedîtibana.
 
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleyman a Kuçukçekmece ya Stenbolê derket holê ku di 5 mehan de  115 zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî mane serlêdanên wan çêbûye û rêveberiya nexweşxaneyê û walitiyê hewl dan ku bûyerê veşêrin. Jinan ev bûyer şermezar kirin. Jina bi navê Îclal N. ya peywirdara nexweşxaneyê bû û bûyer derxist holê diyar kir ku wê ji bo zarokan serî li her derê daye lê ji ber vê du caran hatiye surgunkirin.
 
Di encama bertekan de Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê diyar kir ku wê îfadeya zarokên di bin temenê 15’yî de bigire.
 
Aktîvîsta VAKAD’ê ku bi KHK’ê hat girtin, Songul Denîz bertek nîşanî veşartina bûyerê da û wiha got: “Nexweşxane neçar in agahiyên zarokên ducanî ragihîne polîs. Gelek bûyerên îstîsmarê yên neketine bin qeydan hene.”
 
‘Ev şerm e’
 
Songulê bi lêv kir ku zêdebûna sûcên îstîsmarê girêdayî gotinên diyanet û deshtilatdariyê ye û ev tişt vegot: “Rewakirina îstîsmarê ev sûc zêde kir. Personelên îstîsmarê derxin holê jî tên surgunkirin. Ji ber derketina îstîsmarê dewletê ditirsîne. Qeydên li nexweşxaneyê Kanûnî Sultan Suleyman ‘lîsteya şermê’ ye. Bi taybet di demên dawî de zarokên Suriyeyê tên îstîsmarkirin. Ji şer direvin, li kampan rastî îstîsmarê tên. Ev şerm e.”
 
Songulê kesên bertekê nîşanî bûyerê îstîsmarê nadin jî şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila diyanet destên xwe ji zarokên me bikişîne. Gotinên wan tenê îstîsmarê rewa dike. Ger cezayên giran bihata dayîn wê îro ev lîsteya şermê tunebûya.”