Li Serhedê li her malekê Welatek heye
- 09:10 24 Çile 2018
- Rojane
Zeynep Turgut
WAN - Li hemberî hemû zext û êrîşan çapemeniya azad dev ji weşandina heqîqetê û ragihandina rastiyan berneda. Li Serhedê herî zêde Rojnameye Welat û Ozgûrlukçu Demokrasî tên xwendin. Eleqeya herî zêde li hemberî Rojname Welat û Ozgurlukçu Demokrasî heye ji ber ku ji gel re rastî û heqîtê radigihînin. Bêgûman di her malekê de Welatek û Ozgurlukçu Demokrasiyek heye.
Di 15'ê Tebaxa 2006'an de cara yekem Rojnameya Azadiya Welat li bakurê Kurdistanê li Amedê bi kurdî û rojane dest bi weşanê kir. Li hemberî hemû zext û êrîşan rojnameyê dev ji aşkerakirina rastiyan berneda. Rojnameya ku li gel hemû astengiyan bi salan weşana xwe berdewam kir di sala 2016'an de Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) a hejmara 676 ku hat weşandin Azadiya Welat û gelek dezgehên çapemeniya azad hatin girtin. Piştî girtina Azadiya Welat a bi KHK'ê vê carê Rojeva Medya wekî Azadiya Welat bi kurdî û rojane dest bi weşanê kir. Di heman demê de êrîşên li hemberî çapemeniya azad jî bênavber berdewam kirin û piştî bi demeke kurt dîsa bi KHK'a hejmar 693 ku hat weşandin Rojeva Medya jî bi heman hincetan hate girtin. Piştî Rojeva Medya hat girtin vê carê jî Rojnameya Welat li gel hemû zextan rojane bi kurdî dest bi weşanê kir û rojname niha li bajarên Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin tê. Bi taybetî jî li herêma Serhedê di her mal û kargehekê de bêgûman Rojnameya Welat heye û tê xwendin. Li gel Rojnameya Welat Ozgurlukçu Demokrasî jî rastî heman eleqeyê tê.
'Em xwendevan û şopdarên rastiyan e'
Aboneya Rojnameya Azadiya Welat Hanîfe Gûzel anî ziman ku ew siberojê bi şopandina çapemeniya azad hîn dibin û wiha axivi;" Ez bi salane Rojnameya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê dixwînim. Bi rastî xwendina Rojnameya Azadiya Welat ji ber ku bi kurdî weşanê dike kêfxweşî û aramiyek cuda dide mirov. Bi salane çapemeniya me tê hedefgirtin û bi êrîş û zextan re rû bi rû dimîne. Bi ked û hewldanên mezin Rojnameya me tê weşandin. Em xwendevan û şopdarên rastiyan e. Her roj çavên min li riya Rojnameyê ye. Piştî ku rojname tê ez bi kelecanek mezin vedikim û dixwînim. Di rojnameyê de herî zêde rûpela jinê bala min dikşîne û herî zêde jî ez rûpela jinê dixwînim."
'Bi zimanê dayikê xwendin pîroz e'
Xwendevana Rojnameya Welat Aysel Aslan jî destnîşan kir ku ew xwe ji bo rojnameyê berpirsiyar dibîne û wiha axivi;"Gava ku Rojnameya me tê ez pir kêfxweş dibim. Wê rojê difikirim gelo îro çi nûçe hene yan jî îro manşeteke çawa hatiye avêtin. Ev pir bala min dikşîne û min di mereqê de dihêle. Sala 2017'an bi taybetî ji bo çapemeniya azad sala herî zehmet bû. Ji ber ku her hate hedef girtin û weşana wan hatiye sekinandin. Lê li hemberî hemû şert û mercên zehmet em ji rastiyan re agahdar kirin. Em îro û sibê ji rojnameyê dizanîn. Ev demeke dirêj e ez rojnameya Welat dixwînim. Em ji rastiyan agahdar dibin. Ji ber wê yekê ez qet naxwazim ku ji rojnameyê veqetim. Li Serhedê herî zêde rojnameya kurdî tê tercîhkirin. Bi zimanê dayikê rojname xwendin ji bo min pir girîng û pîroz e. Bêguman di her malekê de welatek heye."
Apê Qasim jî da zanîn ku ew tu car dev ji xwendina rojnameyê bernade û got ku her roj derxistina rastiyekê ji bo wan diyariyek e.








