ROJEVA 24'Ê ÇILEYÊ 2018'AN

  • 09:00 24 Çile 2018
  • Rojev
*Canda Cemal yek ji jinên ku bi karê xwe yê destan hem debara xwe dike û hem parastina çanda xwe ya kevnar dike ye.  BI DÎMEN
 
*Fermandara YPJ'ê Enkîzek Nûrheq êrîşên dewleta tirk ên li ser sînorê Rojava bi taybet jî herêma Efrînê nirxand û got:" Divê hemû gel li dijî êrîşan erka xweparastinê bi cih bînin. Dem dema xwedîderketandina axa xwe ye." BI DÎMEN
 
*Li hemberî hemû zext û êrîşan çapemeniya azad  dev ji  weşandina heqîqetê û ragihandina rastiyan berneda. Li Serhedê herî zêde Rojnameye Welat û Ozgûrlukçu Demokrasî tên xwendin. Eleqeya herî zêde li hemberî Rojname Welat û Ozgurlukçu Demokrasî heye ji ber ku ji gel re rastî û heqîtê radigihînin. Bêgûman di her malekê de Welatek û Ozgurlukçu Demokrasiyek heye. BI DÎMEN
 
*Jinên Wanê diyar kirin ku  êrîşên li dijî Efrînê li dijî îradeya hevpar a gelan e û got: “Axa Efrînê ya Efrîniyan e. Fazîşm careke din li dijî Kurdan pêk hatiye. Em bang li hemû aliyan dikin ku li dijî êrîşê bikevin nav tevgerê.” BI DÎMEN
 
*Zeynep Calihan a du keçên wê di girtîgehê de ne li dijî pêkanîna cilên yekreng banga ‘yekîtiyê’ li malbatan kir. Zeynebê bi lêv kir ku wê piştgiriyê bide berxwedana girtiyan û got: “Ez naxwazim zarokên min wan cilan li xwe bikin.” BI DÎMEN
 
*Aktivîsta VAKAD’ê ku bi KHK’ê hat girtin, Songul Denîz derbarê 115 zarokên ku di encama îstîsmara zayendî de ducanî man û qeydên wan hatin veşartin de axivî û diyar kir ku ger di sûcên bi vî rengî de ceza bihata dayîn wê îro ev lîsteyên şermê nedîtibana. BI DÎMEN
 
*Piştî Dîlokê, li Êlihê jî kuafuran nivîsa ‘Li vê kuafurê ji bo kesên di bin 18’yî de porê bûkê nayê çêkirin’ hat daliqandin.  Xwediyên kargeriyan gotin: “Em ê destûrê nedin mêtîngerkirina zarokên xwe. Em ê zarokên xwe biparêzin.”
 
*Ayfer Dîşkaya ku ev 43 roj in li ber Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani di berxwedanê de ye got: “Ez karê xwe dixwazim, heta negirim dê berxwe bidim.” BI DÎMEN
 
*Jinan bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê da û gotin ev polîtîkaya dagirkirinê ye û ev tişt vegot: “Di şer de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Divê dawî li vê êrîşê bê dayîn.” BI DÎMEN