Hevkarên TJA'yê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

  • 15:25 23 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Hevkarên TJA'yê derbarê êrîşên li ser Efrînê de gotin; "Em bang li tevahiya Tirkiyeyê û raya gitşî ya navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên AKP'ê yên li ser efrînê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê ku raya giştî ya navneteweyî li dijî qetilkirina sivîlan a di encama êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de dengê xwe bilind bike."
 
Hevkarên TJA'yê yên Wanê êrîşên TSK û OSO'yê yên li dijî Efrînê bi daxuyaniya ku dan şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li avahiya DBP'ê ya bajêr hat dayîn de li ser navê TJA'yê Endama Meclisa Şaredariya Tuşbayê Pervîn Ozgun ve hat xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "MHP û AKP'ê 4 roj in ku gelê Rojhilata Navîn avêtiye nava şerekî ku wê dirêj berdewam bike. Diyar e ku ev şer li dijî daxwaza gelan a bihevre jiyanê li ser Efrînê hatiye destpêkirin. Erîşê li ser Gelê Kurd tê kirin."
 
'Wê gelê kurd bêdeng nemîne'
 
Pervîn di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku êrîş li dijî destkeftiyên Gelê Kurd û gelên daxwaza jiyana hevpar dikin e û wiha berdewam kir: "Divê ku AKP demildest ji Efrînê vekirşe.Divê ku AKP baş bizanibe ku wê gelê kurd li dijî van êrîşan bêdeng nemîne. Pêvajoya Kobanê di bîra her kesî de ye. Berxwedana Kobanê dîrok nivîsand." 
 
Ji bo raya giştî bang
 
Hervîn herî dawî bang li raya gitş kir ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ji bo ku êşên mezintir neyên jiyîn û yekitiya gelan ku nû li ser wê erdnîgariyê pêk hatiye divê ku ev şer bi dawî bibe. Em bang li raya gitştî ya Tirkiyeyê û ya navnetewweyî dikin ku lli dijî van êrîşên AKP'ê bi berpirsiyarî tevbigerin."