Wê zarokên di encma îstîsmarê de ducanî man îfadeyê bidin
- 12:22 23 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê îfadeya zarokên ku di encma îstîsamar zayendî de ducanî man û serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanunî Sultan Suleyman dan bêgirtin.
Derbarê buyera zarokên ku piştî bi riya îstîsmarê ducanî man û piştre serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanunî Sultan Suleyman dan ku ji aliyê nexweşxaneyê ve hewl hat dayîn ser bûyerê bê girtin de pêşketineke din pêk hat. Ji ber zextên jinan û yên raya giştî, Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmecya Stenbolê wê sibe îfadeya îfadeya zarokên ducanî ku temenê wan di bin 15 salî re ye bigire.
Çi bibû?
Di hundirê 5 mehan de 115 zarokên ku temenê wan di bin 18 salan re bû ku di encma îstîsmara zayenîd de ducanî mabûn serî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kuçukçekemeceya Stenbolê dabûn. Xebatkara nexweşxaneyê Îlclal N. ya ku got divê qeydên van zarokan ji polîs re bihata raghihandin û ev rewş bi girteka ku girt ji dozgeriyê re şand derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û cihê peywera wê du caran hatibû guhertin.








