Jinên Efrînê: Dilê me ji bombeyan wêrektir e
- 12:10 23 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
EFRÎN - Jinên Efrînê bertekên xwe yên li dijî êrişa dewleta tirk a li ser Efrînê nîşan dan û gotin:"Dilê me ji bombeyên wan wêrektir e."
TSK û OSO bi hev re hem ji hewayê hem bejayî êrîşî axa Efrînê dikin. Jinên Efrînê li dijî vê yekê bertek nîşan dan û anîn ziman ku dê tu car dev ji axa xwe bernedên û ew ê li dijî êrîşkaran têbikoşin.
Welatiya bi navê Medîne Hesen êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker nikare bi balafirên xwe îradeya me bişkîne, heta ku zarokên me li çeperan şer bikin, ticaran vîna ma nayê şikandin. Em dest ji berxwedana xwe bernadin. Dilê me ji bombeyan wêrektir e."
Ji aliyê din ve Cemîlê Hemo wiha got: "Hemû gelê herêma Efrînê rabûne ser piyan û ji êrîşên dewleta Tirk natirsin, ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin."
Di heman demê de welatiya bi navê Eytan Hebeş wiha got:" Em ê li ser axa xwe bin û ji bo Efrînê canê xwe bidin. Heta ku Hêzên YPG-YPJ'ê li çeperan şer bikin em ê berxwedana xwe berdewam bikin."
Rûxweş Muhemed jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got ku ew tevî hemû êrîşan jî wê berxwedana xwe didomînin: "Tevî hemû topên ku dewleta Tirk li ser herêma Efrînê û gundewarên wê dibarîne, me dest ji berxwedana xwe bernedaye. Îro jî gelê Efrînê bi zarokên xwe li qada ne da ku ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku ji topên wan natirsin. Çawa ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê û Reqayê têk çû, wê li Efrînê jî têk biçe."








