Li Balafirgeha Amsterdamê êrîşên li ser Efrînê hat protestokirin
- 11:05 23 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd û dostên gelê Kurd li Balafirgeha Amsterdamê ji bo êrîşên li ser Efrînê çalakî pêk anîn û êrîş protesto kirin.
Gelê Kurd û dostên wan li Balafirgeha Amsterdamê ya Hollandayê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê çalakî li dar xistin û êrîş protesto kirin. Di navbera hinek komên nîjadperest û çalakgeran de nîqaşek kurt hat jiyîn. Çalakgeran bersiva nîjadperestan bi dirûşmên "Komkujiyên li Efrînê rawestînin!", "Erdoganê kujer ji Kurdistanê derkeve!", "Efrîn ne bi tenê ye!", "Bijî YPG" bersiv dan.








