Jinên ji Partiya Kedê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

  • 18:21 22 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Partiya Kedê, bertek nîşanî êîrîşên li ser Efrînê dan û gotin;" Li cihekî ku şer lê tune be birina şer a wê derê wê ji bo jinan ji bilî rondikên çavan, xwîn û xizaniyê wêdetir tu tiştekî neyne."
 
Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin. Di çarçoveya van nerazîbûnan de nerazîbûnek jî ji jinên Partiya Kedê hat. Jinan di daxuyaniya ku weşandin de, diyar kirin ku Efrîn, Hatay û Kilîsê cîranên hev ên sînor in û gotin ku kesên li van her sê herêman dijîn xizmên hev in. Li Efrîna ku hejmara kêsên lê dijîn di sala 2011'an de 178 bû îro ev hejmar derketiy milyonekê.
 
'Zarok û jin tên bobebarankirin'
 
Di berdewamiya daxuyaniya jinan de ev tişt hat gotin: "Di serî de Reyhanli û Kîlîsê dijber herêmên ku cîhadiyan jê êrîşê Tirkiyeyê dikr li Efrînê di 7 salên dawîn de tu şer tunebû. Di dema destpêka şerê li Sûriyeyê de bajarê Efrînê ku herî zêde kurd lê dijîn ji bi sedhezarn turkmen, ereb, kurd û sûryaniyên ku koç kirin re malovanî kir.  Efrîn ji bo jinên ku bi hemû cureyên hovîtiyê re rûbirû man; hatin tecawizkirin, wekî mal hatin firotin û kolekirin bû stargeh. Niha li vê herêma ku tu şer lê tune bû Tirkiye zarok û jinan bombebaran dike."
 
'Em ê destûrê nedin ku zarokên me bên qetilkirin'
 
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin: "Em ê nebin parçeyek ji vî şerî! Ji ber ku em ji şer û pevçûnên berê tiştek hînbûn; Her bobeyek ku li Efrînê bê teqandin wê bizîvire û herî dawî bê di mala me de biteqe. Birina şer ya li cihekî ku şer lê tune be tenê ji bo jinan dikare rijandina xwînê, rondikên çavan û xizaniyê bîne. Em ê destûrê nedin ku zarokên vî welatî ji bo berjewendiyên qeserê bên kuştin."