'Bila zarokên me nebin qurbana desthilatdariya Erdogan'
- 17:47 22 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Jinên Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bertek nîşanî êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê dan û wiha gotin: "Ev şerê kesên ku dixwazin desthilatdariya xwe berdewam bikin e. Tayyîp Erdogan zarokên me dike qurbana desthilatdariya xwe. Vî şerî rawestînin û em vî şerî naxwazin."
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi daxuyaniyek ku dan çapemeniyê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Efrînê şermezar kirin. Endama Meclisa Dayikên aştiyê Zeynep Calhan a ku axivî diyar kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û wiha berdewam kir: "Kesên ku şer didin berdewamkirin ji bo îktîdara xwe zarokên me dişînin şer. Em vî şerî naxwazin."
'Li Efrînê Efrînî dimirin'
Dayika Aştiyê Ezîne Dar jî êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin û ev tişt got: "Bila vî şerê li dijî kurdan rawestînin. Zerara kurdan negîhaştiye tu kesî. Kurd aştiyê dixwazin şer naxwazin. Tu terorîst li wê tune ne hemû zarokên ji Efrînê ne. YPG jî hêza parastinê ya gel e. Ji bo ku gelê xwe biparêzin çek girtine û ji cihekî din neatine."
'Divê em vî şerî rawestînin'
Dayka Aştiyê Ezîne jî wiha got: "Em bang li malbatên leşker û polîsan jî dikin û dibêjin ku nebin hevkarên vî şerî. Tayyîp Erdogan ji bo îktîdara xwe zarokên me dike qurban. Em vî şerî naxwazin."








