Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun hat tahliyekirin

  • 17:11 22 Çile 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevşaredara Şaredara Hezexê Nevîn Gîrasun û 8 siyasetmedarên kurd piştî bi 17 mehan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Daneşîna doza Hevşaredara Hezexa Şirnexê Nevîn Gîrasun ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin û di 15 tebaxa 2016'an de di encma serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û 8 siyasetmedarên kurd ku jê dihatin darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê kiran a Şirnexê hat dîtin. Di daneşîna ku nehiştin rojnameger bikevin salonê û dozê bişopînin de Nevîn û 8 siyasetmedarên kurd ku girtî dihatin darizandin bi şertê ku dernekevin dervê welêt û şertê kontrola edlî hatin berdan.