Îdiaya zarokekî hewl da întîhar bike

  • 16:25 22 Çile 2018
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê dadgehê biryara girtina Mîkaîl Aydogdu dabû. Piştî biryarê vî kesî xwestibû întîhar bike. Piştî bûyerê hat îdiakirin ku birayê Mîkaîl yê 16 salê jî hewl daye întîhar bike. 
 
Di 15’ê çile li Êlihê dadger biryara girtina Mîkaîl Aydogdu da. Mîkaîl ji bo neye girtin hatibû îdakirin ku xwe ji qatê 3’an ê Edliyeya Êlihê avêtiye û hewl da întîxar bike. Piştî Mîkaîl birayê wî yê 16 salî jî duh di saetên nîvro de xwe ji qatê 4’an ê malê avêtiye xwarê û hewl daye întîxar bike. Zarokê 16 salî bi giranî birîndar bû  û li nexweşxaneyek taybet tê dermankirin û xetereya wî ya jiyanê didome. 
 
Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.