Heyva Sor: Zarok tên qetilkirin cînayetan bisekinîn

  • 15:50 22 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşên balafirên şer ên TSK'yê cenazeyên jê 7 zarok 11 kesan di bin enqazê de ma. Nûnertiya Heyva Sor a Efrînê wiha got:"Em dibin şahidên sûcê mirovatiyê. Van cinayetan bisekînin."
 
Heyva Sor derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê wiha daxwiyanî û di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:"Di encama topebarana dewleta tirk de sîvîl hatin qetilkirin. Heyva Sor diyar kir ku berî êrîşên tirkiyeyê Efrîn di warê ewlehiyê de gelek baş bû û 500 mirovên ku ji cihê xwe bûbûn li Efrînê bi cih bûn."
 
Heyva Sor diyar kir ku heta a niha bûnin şahidê dijmirovatiyê û wiha got:"Di dîroka 21'ê Çileyê 2018'an li gundewarê Bilbilê yê Efrînê di encama bombebarankirinê de em bûn şahidê qetlîama ku li ser sîvîlan hatiye kirin bûn. Ekîba 7 sîvîl ji enqazê xelas kir. Lê 11 kesên ku di bin enqazê de mabûn jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 11 kesan 7 jê zarok bûn. 6 kesên ku di bin enqazê de mane hîn aqûbeta wan ne diyar e."
 
'Têkevin tevgerê'
 
Heyva sor bang li civaka navneteweyî kir û wiha got:"Em bang dikin ku hemû saziyên mafê mirovan ji bo ev sûcê dijmirovatiyê bi dawî bibe dengên xwe berz bikin. Em bang dikin ku van cinayetên ku hikumeta tirk pêk tîne bi dawî bibe, bikevin tevgerê."