Parlamenterên kurd ji Îranê bang li NY'ê kirin

  • 15:26 22 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Kurd ên Meclisa Serlêdanê ya Îslamî, bi peyameke ku derbarê êrîşên li ser Efrînê rê ji NY'ê re rêkirin xwestin ku bikeve tevgerê.
 
Parlamenterên Kurd ên Meclisa Serlêdanê ya Îslamî, derbarê êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re peyam şandin. Parlamenteran bi peyama ku şandin xwestin ku NY li dijî êrîşan bikeve tevgerê. Peyama Parlamenterên kurd wiha ye: "Tê zanîn ku Erdogan kurdên bê suc û guneh ên li rojavayê Kurdistanê bombe dike û bi van êrîşên ku dike komkujî tên kirin.  Lê li dijî vê hovîtiya Tirkiye yê Neteweyên Yekbûyî û rêxstinên din ên navneteweyî bêdeng dimînin. Hêzên cîhanî ku propagandaya mafên mirovan dikin, li dijî van komkujiyên tirkiyeyê bêdeng dimînin."
 
'Divê NY berpirsiyriya xwe bi cih bîne'
 
Parlamenterên kurd di peyama xwe de diyar kirin ku hemû cîhanê ji lehengiya kurdan a li dijî DAÎŞ'ê re şahidî kir  û di dawiya peyamê de wiha hat gotin: "Em wekî Meclisa Serlêdanê ya Îranê dibêjin ku em tişta tirkiye û serokomarê wê yê kujer dike şermezar û mahkum dikin. Em wekî Îran û wekî gelên li cîhanê aştiyê dixwazin dibêjin ku divê NY demildest li dijî vê rewşê bikeve tevgerê û vî sûcê tê kirin rawestîne. Kesên ku li dijî vê hovîtiyê bi berpirsiyarî tevnegerin wê ji xwe şerm bikin."