16 kesên ku li Efrînê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
- 15:25 22 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Ji bo 16 kesên ku di encama bombebarankirina artêşa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan merasîm hat lidarxistin.
Ji bo 14 kesên ku di encama bomberankirina TSK'yê de jiyana xwe ji dest dan meş hat lidarxistin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan 14 jê sîvîl 2 kes jî şervanên YPG'yê bûn. Cenazeyên ku ji Nexweşxaneya Avrînê teslîm hat girtin li ser milên gel hatin oxirkirin. Di meşa ku ji ber nexweşxaneyê dest pê kir heta ku cihê cenaze dê lê bê definkirin dirûşmên "Şehîd namirin","Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Efrînê" hatin berzkirin.
'Em ê axa xwe biparêzin'
Piştî meşê Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm bang li Serokê Giştî Yê AKP'ê Tayyip Erdogan kir û wiha got:"Em wekî malbatên şehîdan ji Erdogan û Rûsyayê dibêjin ku lîstêkên wiha nikare we jî dawa me sar bike! Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin. Em Rûsyayê lanet dikin. Ji bo ku zarokên me DAÎŞ qedand hûn dijminê me ne?"
Hevserokê Kantona Efrînê Mustafa Hesen bertek nîşanî gotina Tirkiye ya "Me li noktayên YPG'ê xistin" da û wiha got:"Bila Erdogan were û li zarokên ku ji aliyên wan hatiye bombebarankirin binêre. Em heta xwîna xwe ya dawiyê axa xwe terk nakin."
Ji bo definkirina 16 cenazeyan a li "Şehîdgehên Efrîn û Şehbayê" derketin rê.








