6'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê dest pê kir

  • 14:28 22 Çile 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi dirûşma "Biryardariya bi şehîdan re mîsogeriya avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û azadiya Rêber Apo ye"  6'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê dest pê kir.
 
Li navçeya Girkêlegê li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê 6'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê bi dirûşma "Biryardariya bi şehîdan re mîsogeriya avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û azadiya Rêber Apo ye" Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Bi tevlîbûna 300 delegeyî ji tevahî malbatên pakrewanan ên Kurd, Ereb li Girkêlegê konferans dest pê kir. Di konferansê de panqartên "Divê em mîsogeriya feraseta şehîd a jiyanê temsîl bikin" hatibûn daliqandin. Piştî deqeyek rêzgirtin dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin, piştre perspektîfên  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin.
 
Di konferansê de li ser navê Kongreya Star Şehnaz Ebdo axaftin kir û got: "Em îro tevahî malbatên xwe yên şehîdan silav dikin û vê konferansê li wan pîroz dikin, şehîdên ku temsîla mirovahiyê dikin canê xwe kirin feda ji bo rûmeta gelan û ji bo em aram bijîn. Şerê ku li herêmê diqewime û ji serkeftinên ku çêdibin divê em wekî malbatên şehîdan tim xwediyê dozê bin, ji ber ên herî ked dayin ew in ên ku zarokên xwe ji bo vê şoreşê feda kirine. Li ser vê bingehî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin û em ê hîn jî şehîdan bidin ji ber eger em bixwazin azad bijîn, divê em bedelan bidin. Em vê konferansê li tevahî welatparêzan û li Rêber Apo pîroz dikin."  
 
Konferans bi xwendina rapora salê dewam dike û wê nîqaş li ser vê raporê werin kirin.
 
Her wiha dê hilbijartinên Meclisa Malbatên Şehîdan were çêkirin û biryarên girîng werin derxistin û daxuyanî ji bo berxwedana Efrînê were dayin.