Meltem Cumbul bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da

  • 14:21 22 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvan Meltem Cubul derbarê êrîşên li ser Efrînê bi gotina "Peace at Home Peace în the World (Aştî li her derê)" bertek nîşan da
 
Bertekên li dijî Êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin. Lîstikvan Meltem Cumbul li ser hesabê xwe yê twîter  bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê tên kirin da û wiha got: "Peace at Home Peace în the World (Aştî li her derê)." Meltem piştî parvekirina ku kir  ji aliyê hêzên nijadperest û medyaya hawiz ve hedef hat nîşandan.