Efrîn mînaka berxwedana sedsalê ye
- 10:44 22 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
EFRÎN - Tevî hemû êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê gel jiyana xwe bi rêxistin dike û mînakên berxwedana sedsalê nîşan dide.
Li Herêma Efrînê Dewleta Tirk bê navber bi balafiran êrîşî Efrînê dike gel li dijî vê yekê bi bertek û bi hêrs in û wiha dibêjin:" Dewleta tirk bi bi balafiran bombeyan li ser herêmên sîvîl dibarînin û sîvîlan qetil dike, divê cîhan li dijî vê hovdariyê bêdeng nemîne."
'Kurd aştîxwaz û dost in'
Welatiya bi navê Emîne Brahîm a ji pêkhateyên ereb nêrînên xwe wiha anî ziman:"Ez weke jineke ji pêkhateyên ereb vê êrîşa hovane ya dewleta tirk bi zimanekî tund şermezar dikim. Min tu car cudatî nexist nav xwe û kurdan. Ji ber ku kurd aştîxwaz û dost in. Bila dewleta tirk êrîşî dostên me nekin. Em hemû yek in û yên ku bixwaze me tune bike, em ê rê nedin û wan poşman bikin.
'Ew çiqas êrîşî me bikin êm ê bi hêztir bibin'
Di heman demê de welatiya bi navê Firyel Mustefa ya ji kantona Efrînê jî axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di hemû ragihandinên xwe de dibêjin ku gelê Efrînê reviyane. Lê kesek nereviyaye em li ser axa xwe ne û em ê axa xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê biparêzin. Ew çiqas êrîşî me bikin êm ê bi hêztir bibin."








