Jinên Wanê: Li hemberî zilmê wê berxwedan bi ser keve

  • 09:10 22 Çile 2018
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
WAN - Nêrazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin. Li her deverên Kurdîstanê gel bertekên xwe tîne ziman. Jinên Wanê bertek nîşanî êrîşa li ser Efrînê dan û gotin ku her bêdengiyek mirinek e. 
 
Bertekên li dijî êrîşa ku AKP-MHP û OSO’yê li dijî Efrînê dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk destpêkê bi dehan balafiran êrîşî Efrînê kir. Di encama êrîşan de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar hene. Bertekên li hemberî hevkariya Tirkiye Rusya û li dijî bêdengiya DYA'yê  berdewam dikin. Jinên Wanê bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan û gotin ku li Efrînê jin bi ruhê Arînan dê li ber xwe bidin.
 
'Tirkiye Rusya û DYA hevkarên şer in'
 
Aktivîsta TJA'yê Yildiz  Çetîner bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û got ku di encamê hevkariya hêzên şerxwaz de êrîşî Efrînê hatiye kirin  û wiha axivi;"Hikûmeta tirk li hemberî Efrînê operasyon da destpêkirin. Aliyê Tirkiyeyê ve ev mehekE daxuyaniyên em ê bên em ê bên tên dayîn. Lê ev 24 seatin ji hewayî ve bombardiman pêk tê.  Êrîş ji bo  berjewendiyên dewletên desthilatdar in. Bêdengiya DYA'yê ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê bi tu awayî nayê qebûl kirin. DYA jî hevkarê vî şeri ye û bi bêdengiya xwe van êrîşan erê dike. Êrîş li dijî destkeftiyên Gelê Kurdin û Tirkiye Rusya û DYA'yê hevkarên vî şerî ne. Hêzên desthilatdar ji her mirin û komkujiyên li Efrînê pêk tên berpirsyar in. Zarok tên kuştin û gelê kurd tê bomberankirin.  Hikûmet bi zimanê em ê aramiyê bînin, nikare bigihîje tu deveran. Ji ber ku vê hikûmetê bi êrîşa li ser Efrînê şer îlan kir. Hikûmeta ku li dijî êrîşên DAÎŞ'ê bêdeng ma  niha kesên ku li hemberî DAÎŞ'ê şer kirin bomberan dike. Dixwazin bi dagirkirina Efrînê rêveberiya xwe  ava bikin. Lê hêza wan têrê nake. Divê gelê me bi tu awayî vê yekê qebûl neke û li hemberî dagirkeriyê bibe deng."
 
'Bila DYA'yê helwesta xwe aşkere bike'
 
Hevseroka HDP'a navçeya Riya Armûşê Edîbe Babur jî bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û got ku li her devêran rengê zilmê bi heman rengî ye û wiha got:"Ez êrîşa li ser Efrînê bi tundî şermezar dikim. Bi rastî hikûmeta tirkiyeyê vê hêz û baweriyê çawa bi xwe re dibîne ez matmayî dimînim.  Gund û navçeyên Efrînê tên bombebarankirin. Zarok tên qetilkirin. Ev bêexleqî, bêedeletî û bêhiqûqi ye. Hêzên navneteweyî azadiya gelê kurd naxwazin. Bi dagirkirina Efrînê re xwe bêdeng dikin. Ji ber ku hêzên desthilatdar bi xwînê û komkujiyan xwe têr dikin. Pêwîst e cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne. Gelê kurd çawa li Kobanê li ber xwe da wê li Efrînê jî li ber xwe bide û bi ruhê Arînan wê mizginiya rizgarkirina Efrînê bidin.  Gelê kurd ji têkoşînê û berxwedanê hez dike. Li her deveran wê têkoşîna gelê kurd  bi ser keve. Bila gelê kurd bibe yek û bi yekitiya xwe êrîşên li ser Efrînê têk bibe."