Wê dîmenê serkeftina Kobanê li Efrînê jî dubara bibe
- 09:06 22 Çile 2018
- Rojane
lham Eloso-Berçem Cudî
KOBANÊ - Dayikên Kobanê li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta dagirker Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê bertekên xwe nîşan dan û gotin:" Wê jin, zarok û gelê bi rih, hêz û îradeya azad li hemberî dagirkerîyê bisekinin û Efrînê biparêzin.
Ji roja Şemiyê êvarê de balafirên şer ên dewlata tirk êrîşî Efrînê dikin. Di encama van êrîşan de gelê sivîl zarar dît, gelek kes birîndar bûn û 7 kesî jî jiyana xwe ji dest da. Dayikên Kobanê bertek nîşanî van êrîşan dan û êrîş şermezar kirin.
'Ez ê xwe ji bo Efrînê feda bikim'
Dayika bi navê Evîn Şukirî ku bi xwe ji navçeya Raco ya herêma Efrînê ye û li Kantona Kobanê dijî, diyar kir ku Efrîn ji destên gelê me neçe û wiha got" Ji bo Efrîna pîroz em ê jin, zarok û gel têkoşînê bidin, serî hildin, canê xwe feda bikin û em nahêlin ku tu kes derbasî axa Efrînê bibe. Çawa ku Kobanê bi serket ew ê Efrîn jî bi ser bikeve.
'Em ê bi îradeya xwe bi ser kevin'
Her wiha dayika bi navê Emîne Diyar anî ziman ku tiştekî Tayyib Erdogan di Efrînê de nîne û wiha domand: " Gelê Kurd bûye yek û êdî nema disekine. Dewleta tirk bi hêza xwe ya leşkerî êrîş dike. Em ê bi vîna xwe li ber xwe bidin û bi ser kevin. Wê Tayyip Erdogan têk biçe."
'Efrîn ne bi tenê ye'
Di dawiyê de jina bi navê Semîra Ehmed destnîşan kir ku wê Tayyip Erdogan li Efrînê têk biçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro dewleta tirk êrîşî Efrînê dike lê Efrîn ne bi tenê ye. Hemû gelê kurd li pişt Efrînê ye. Êdî Tirkiye neçar maye ku wê ji ber hêza gelê kurd bi kur ve biçe."








