Cezayê wê hat erêkirin, bi du zarokên wê re şandin girtîgehê
- 09:01 22 Çile 2018
- Rojane
Medîne Mamedoglu
MÊRDÎN - Vesîle Yuksel ku parvekirinên wê yên di çapemeniya civakî de hincet hat nîşandan, hat girtin û piştre hat tahliyekirin, salek û 10 meh cezayê wê hat erêkirin. Vesîleyê bi zarokên xwe Arîn a 3 salî û Avesta ya 5 salî re şandin girtîgehê.
Li Mêrsînê sala borî di meha sibatê de jina bi navê Vesîle Yuksel ji ber parvekirinên di hesabên çapemeniya civakî de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hat binçavkirin û piştre derxistin dadgehê. Dadgehê pirsa ‘PKK rêxistina terorê ye’ pirsî û Vesîleyê bersiva ‘Na’ da û hat girtin. Salek û 10 meh ceza li Vesîle Yuksel hat birîn. Yekemîn rûniştina Vesîleyê sala borî di 8’ê Adarê de hat dîtin û hat tahliyekirin. Piştî cezayê wê ji aliyê Dadgeha Îstînaf ve hat erêkirin ji nû ve bi du zarokên wê re şandin girtîgehê.
Vesîle şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û ligel wê zarokên wê Arîn a 3 salî û Avesta ya 5 salî jî heye.
Vesîleyê sala borî dema girtîbû nameyek şand û wiha gotibû: “Zarokên min bi gardiyanan bawer nakin. Tên hembêza min û dibêjin ‘dayê me surgun dikin, me bernede’. Em wan bi zor didin sekinandin. Lê ez neçar im hefteyê carê wan derxim der. Koguşa me teng û gelek sar e. Hewcedariya zarokên min heye ku derkevin derve. Dema zarokên min vedigerin dibêjin ‘Cezayê me qedya em taliye bûn. Niha me dîsa ceza girt. Cezayê me biqede em ê tahliye bibin.’
Zarokên min hîna di vî temenî de gotinên weke ceza, cezakirin, tahliye, surgunê hîn kirin. Ev ji bo psîkolojiya zarokan gelek bi xeter e.”
Vesîleyê dîsa di heman nameyê de diyar kir ku wê van rojan jî derbas bikin û wiha gotibû: “Dixwazin serî bi me bidin tewandin. Lê tevî van ez wek Kurd û dayikekê ez ê ji bin vê jî derkevim.”
Daxwaza serbestiya bi kontrol kir
Vesîleyê ku ket pêvajoyek zehmet ji bo zarokên xwe li dijî cezaya hat erêkirin bi hevkariya parêzerên xwe ji bo ji şerta serbesetiya bi kontrol fêdeyê bigire serî li Dozgeriya Mêrdînê da. Daxwaza ji Dadgeha Înfaza Mêrdînê re hat şandin, li bende bersivê ye.








