ROJEVA 22'YÊ ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 22 Çile 2018
- Rojev
*Nêrazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin. Li her deverên Kurdîstanê gel bertekên xwe tîne ziman. Jinên Wanê bertek nîşanî êrîşa li ser Efrînê dan û gotin ku her bêdengiyek mirinek e. BI DÎMEN
*Dayikên Kobanê li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta dagirker Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê bertekên xwe nîşan dan û gotin:" Wê jin, zarok û gelê bi rih, hêz û îradeya azad li hemberî dagirkerîyê bisekinin û Efrînê biparêzin. BI DÎMEN
*Vesîle Yuksel ku parvekirinên wê yên di çapemeniya civakî de hincet hat nîşandan, hat girtin û piştre hat tahliyekirin, salek û 10 meh cezayê wê hat erêkirin. Vesîleyê bi zarokên xwe Arîn a 3 salî û Avesta ya 5 salî re şandin girtîgehê.
*Jinan diyar kir ku êrîşa TSK û OSO ya li dijî Efrînê wê di navbera gelan de bibe sedama parçebûnê û diyar kirin ku li dijî êrîşan divê rihê yekitiyê bê avakirin.
*Behîce Abî ku odeyek xwe bi hilberînên keda destan a aydê çanda Kurd tije kir wiha got: “Ev hemû çanda me ne. Niha çanda me her diçe wenda dibe. Ez jî hewl didim li mala xwe vê çandê bidim jiyîn.” BI DÎMEN
*Neçîra pîrebokan ku ji Ewropaya Serdema Navîn dest pê kir û hîna li Hîndîstanê berdewam dike, di 6 salên dawî de 2 hezar û 500 jin qetil kir. Civaknasên şîdetê lêkolîn dikin jî diyar dikin ku li mirinên bebekan, mirinên ji ber nexweşiyên şewb, tîfo û kolerayê bên lêkolînkirin, jin bi ‘pîrebokiyê’ tên sûcdarkirin û qetilkirin.








