Di encama êrîşên Tirkiyeyê de malbatek hat qetilkirin

  • 19:57 21 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser sivîlên herêma efrînê didomîne.
 
Hat aşkerakirin ku di encama êrîşên balafirên dewleta tirk a dagirker ên ku li gundê cilbirê yê navçeya şêrewa li ser sivîlan pêk anî de hemû kesên ji malbetek ku ji bo pêdiviyên jiyanî koçberî gundê cilbirê bibû bi tevahî jiyana xwe ji dest dane.
 
Malbeta El Husên ji gundê Meezêt El Noman  koçberî gundê cilbirê yê navçeya şêrewa bibûn di ecama êrîşên dewleta tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha navê kesên ku ji heman malbatê ne û di encma êrîşê de jiyana xwe ji dest dane wiha ye;  Evin  Rehef Hesen(33),  Waêl Hesen (1),Hedîl El Husên (10), Xaliye El Husên (8), Selme El Husên (6 ), Mesab El Husên (6) û Ehmed El Husên (17)  ye.