Gelê Kobanê ji bo Efrînê li qadan e

  • 18:35 21 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Di bi dirûşma" Êrîşa li ser Efrînê, êrîşa li ser Bakurê Suriyê ye" bi hezaran ji welatiyên Kobanê daketin qadan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi Hezaran ji şêniyên Kobanê, bajarê Sirînê, hemû saziyên Civaka Sivîl, YPJ/YPG, Asayîş, erka xweparstinê û HPC'ê bi armanca şermezarkirna êrîşên dewleta tirk yên hewayî ku ji duh ve li ser Herêma Efrînê pêk tên meşeke bi heybet li darxistin.
 
Meş ji qada jina azad bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê', 'Bimre îxanet', 'Qatîl Erdogan', 'Faşîst Erdogan' û 'Kobanê xema neke Kobanê bi te re ye' hat destpêkirin.
 
Meşevanan alên YPJ/YPG, Asayîş, TEV-DEM, Kongra Star, posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û pankartên li ser wan dirişmên  'Bi rihê berxwedana Kobanê em serkeftina Efrînê misoger dikin', 'Mirina faşîzma Turkiye hatiye' û 'em xiyaneta Rusiya ji bîr nakin' nivîsandî  hilgirtin.
 
Beriya ku meş dest pê bike deqeyek rêz hat girtin û piştre  endama rêveberiya Kongira Star Sara Xelîl axivî.  Sara got ku ew tu carî ji dewleta tirk natirsin û ev tişt got "Li ser navê jinên Kobanê em êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê şermezar dikin. Her wiha îxanet û destehildariya Rusiya ku her tim destên xwe dixe destên Tirkiyeyê û pêşengiya şeran dike ji bîr nakin."
 
Di dawiya meşê de tabureke ji 12 jinên ciwan û ciwanên Kobanê soza piştgirya Efrînê dan û  berê xwe dan herêma Efrînê.
 
Meş li qada Aşîtiyê bi siloganên şermezar kirina êrîşên dewleta tirk bi dawî bû.