Rêveberiya xweser li Efrînê daxuyanî da
- 15:23 21 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Rêveberiya Xweser li herêma Efrînê di derbarê êrîşên dewelata tirk a dagirker li ser herêma Efrînê daxuyanîyek ji çapemenî û raya giştî re da.
Rêveberiya Xweser li herêma Efrînê di derbarê êrîşên dewelata tirk a dagirker li ser herêma Efrînê daxuyanîyek ji çapemenî û raya giştî re da. Di daxuyanîyê de tevahî deste û saziyên girêdayî Rêveberiya xweser, Kongira Star, komîn, Meclisa zagonsaz, Meclisa Kantonê, TEV-DEM, û gel amde bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber Osman Şêx Îsa ve li ber navenda rêveberiya xweser a herêma Efrînê hat xwendin.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
"Di van şeş salên dawîn de gelê kurd bi neteweyên din re ku li herêmê dijîn û parastina xwe dikin di bin pirojeya pergala netewa demokeratîk de, ferderasiyona bakurê Sûriyê hat pêşkêşkirin ji bo her kes bi ziman û çanda xwe jiyanek hevbeş bijîn. Piştî hemû serkefinên ku YPJ/YPG'e ji bo parastina gelê Bakurê Sûriyê.
Tiştê ku dewleta tirk bi serkêşiya partiya AKP'ê, û MHP'ê îro dike û êrîşên hewayî li ser naveçeyê herêma Efrînê pêktîne ku hemû gelê sivîl zerarek mezin dibînin. Ev êrîşên wan li dijî mirovahiyê ne, li dijî hemû pêkhateyên herêmê û tayîbet gelê kurd in. Ev tiştê ku Erdogan dike sûcekî mezin e di dîrokê de. Em di Rêveberiya xweser Demokeratîk li herêma Efrînê piştgiriya xwe û berxwedana xwe li kêleka şervanên xwe heta dawî bidomînin.
Em bang li gelê xwe yê li hundir û dervî Kurdistanê û tevahî saziyên mafên mirovan dikin ku û dibêjin ku êrşa li ser Efrînê êrîşeke giştî ye ji ber ku êrîşî tevahî sînorê Sûriye û hemû gelan dikin. Ev bêdengiya navntnetewî li ser dagirkeriya dewleata tirk wê terorê li cîhanê belav bike. Vekişandina hêzên Rûsiyayê ji Efîrnê wek itfaqyekê di navbera wan de bû. bangewaziya me ji Rûsiya û
Amîrkara heye kubi erkê xwe yê qanûnî û exlaqî rabin."








