HDP a Wanê: Dewletên bêdeng hevkarên şer in
- 14:48 21 Çile 2018
- Rojane
WAN - Nêrazîbûnên li hemberî dagirkirina Efrînê berdewam dikin. Li Wanê HDP'ê derbarê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da çapemeni yê. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewletên li hemberî dagirkirina Efrînê bêdeng hevkarên şer in.
Bertekên li dijî êrîşa ku AKP-MHP û OSO’yê li dijî Efrînê dane destpêkirin didomin. Duh êvaran bi dehan balafirên tirk êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşan de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar hene. Bertekên li hemberî hevkariya Tirkiyeyê Rusya û bêdengiya ABD berdewam dikin. Li Wanê der barê êrîşa li ser Efrînê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyaniya ku li avahiya DBP hat dayîn de bi dehan kes tevli bûn. Parlementerên HDP yên Wanê, rêxistinên DBP,HDP û TJA'yê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê HDP'ê Ozgur Aras ve hate xwendin di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Desthilatdariya AKP û MHP duh bi êrîşkirina Efrînê dest pê kir. Destpêkirina êrîşan li hemberî hemû gelên bindest e. Desthilatdariya sîyasî ku bê edeletiyê û xizaniyê dixwaze êrîşî Efrînê dike. Dewleta Tirkiyeyê hemû hiqûqên navnetewî binpê kirîne û tirkiye ber bi felaketê birî ye. Li Rojhilata Navîn Efrîn ji bo gelan qada jiyanê ye. Di serî de gelê Efrînê piştre jî hemû gelên rojhilata Navîn dê jê bibandor bibe."
'Li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin'
Herî dawî di daxuyaniyê de hat aşkere kirin ku divê tu kes li hemberî êrîşên Efrînê bêdeng nemîne û ev tişt hat gotin;"Kurdan hemû cîhan ji belaya DAÎŞ'ê rizgar kir û niha li hemberî êrîşên li ser kurdan dewletên navneteweyî bêdengin. Hemû dewletên bêdeng hevkarên vî şerî ne. Em bang li hemû gelê xwe dikîn ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Li hemberî vê dagirkeriyê em deng bidîn û dengê aşitiyê bilind bikîn."








