'Wê Efrin bibe Goristana Erdogan û çeteyên wî'

  • 13:25 21 Çile 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Endamên HPC'e jin êrîşên li ser Herêma Efrînê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku  Bi vîna jina azad û gelê kurd yê berxwedêr wê dewleta tirk têk biçe û Efrîn bibe goristan ji Erdogan û çeteyên wî re."
 
Ev çend rojin ku dewleta tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Herêma Efrînê dike, û ji duh şevê de bi balafirên şer êrîş dike û sivîlan hedef digre, li beramberî vê hêzên YPJ'e, YPG'e bersiv didin û parstina xaka efrîna Pîroz dikin. Di vê çarçeveyê de jinên HPC'ê nerînên xwe anîn zimna û ev êrîş şermezar kirin.
 
'Em ê bi îradeya jinan  Efrînê biparêzin' 
 
Endama HPC jinê Bera Xişo tevahî êrîşên li ser herêma Efrînê şermezar kir û diyar kir ku ji zarokên 7 salî heta pîrên 70'ê salî li ew ê li ser lingan bin û piştgiriyê bidin gelê xwe yê Efrînê.  Beraa di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Dewleta tirk ku di bingeh de qels bû ye û li dijî destkefitiyên li Rojava ye.  Li beramberî hemû reng û cûreyên êrîşên dewleta Tirk, wê vîna jina azad, îradeya gelê kurd, gelê azadî xwaz derkev hole. Ger ku werê xwestin em ê jî biçin Efrînê parstina gelê xwe bikin."
 
'Dê efrin bibe goristana Erdogan'
  
Her wiha Raniya Tahir jî dazanîn ku ev êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê li dijî nirxên mirovahî yê ne û wiha domand:" Erdugan ê faşîst dixwaze bi van kiriyaran vîna gel bişkîne. Lê her dagiriker zane ku tu kes nikare îradeya gelê kurd bişkîne. Çawa li Konbnê serkeftin çêbû, wê li Efîrnê jî bersivek giran ji Erdugan û çeteyên wî re were  dayîn û Efrîn bibe goristana Erdogan." 
 
Emê xwedî li rûmeta xwe derbikevin
   
Endama HPC Jinê Hediya Ebdil Wehab jî anî ziman ku ev siyaseta Tirkiyeyê dê vala derbikeve, ji ber ku gelê kurd tu carî koletiyê qebûl nake, me hemû sînor hilweşandine. Biryara me berxwedan e û em ê serî li dijî dagirkeriyê rakin."