Jinên gundê Şîngilê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin!

  • 12:57 21 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Cudî Zênû
 
EFRÎN - Jinên gundê Şingîlê yên Navçeya Bilbilê yê Herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Efrînê û gundên wê şermezar kirin. 
 
Jinên gundê Şingîlê yên Navçeya Bilbilê yê Herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Efrînê û gundên wê şermezar kirin. Jinan gotin:" Dewleta tirk ji dîn û harbûna xwe bi çekên giran êrîşî Herêma Efrînê dike, lê belê nikare bi êrîşên xwe îradeya gelê herêma Efrînê bişkîne. "
 
Hevseroka Komîna Gundê Şîngîlê yê Girêdayî navçeyê Bilbilê Zeyneb Muhemed Atiş ji ajansa me re nêrîna xwe parve kir û wiha got:"Ev bû demek ku dewleta tirk topên xwe davêje ser me û dixwaze ku bi êrîşên xwe gel bitirsîne. Lê belê tu caran Gelê Kurd ji êrîşên dewleta tirk natirse û ti caran jî em ji axa xwe dernakevin. Ji ber ku em li ser axa Efînê ji dayîkbûn û her wiha em ê li ser bimrin." Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de  anî ziman ku:"Gelê herêma Efrînê xwedî vîn û îrade ye û ti caran ji êrişên dewleta tirk îradeya wan naşikê û herêma Efrînê wê bi berxwedana jinên xwe bi serkeve û heta dawiyê em ê li rex YPG-YPJ'ê bin."
 
Heta dawiyê berxwedan
 
Rêvebera Kongira Star a Gundê Şîngîlê Emîne Xelîl diyar kir ku dewleta tirk ji dîn û harbûna xwe bi çekên giran êrîlşî Herêma Efrînê û gundên li sînor dike û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk nikare bi êrîşên xwe îradeya gelê herêma Efrînê bişkîne. Di meşa dawiyê de ku li herêma Efrînê hatkirin gelê kurd xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew ê ti caran ji dewleta tirk û çeteyên wê natirsin. Her wiha îsbat kir ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin."
 
'Em buhestek axa xwe nadin'
 
Di heman demê de welatiya bi navê Zekiye Muhemed jî ev tişt got:"Dewleta tirk her roj bê navber êrîşî gundê me dike lê bila baş zanibe ku gelê kurd bihustek ax ji axa xwe nade Erdogon. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. 
 
Ji aliyê din ve jî welatiya bi navê Zeyneb Ehmed ya ku temenê wê 75 sal e  jî wiha bertek nîşan da:"Ez wek dayîkek ji Efrînê tu carî ez dest ji berxwedana xwe bernadim û ger ji min bê xwestin ez ê xwe bikim top û xwe li nav tirkan  biteqînim."