'Rêveberiya Xweser misogeriya Federaliya Bakurê Sûriyê ye'

  • 12:03 21 Çile 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir 4'emîn salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kirin û gotin ku Rêveberiya Xweser misogeriya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.
 
Di 21 çileya  2014'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Cizîrê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê hate îlankirin û ji gelek cihên ku şer li Sûriyeyê lê diqewimî re bû hêza çareseriyê. Têkildarî mijarê jinên bajarê Til Temir nerînên xwe anîn ziman.
 
Semîra Ehmed salvegera Rêvberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir û wiha got: "Bi saya pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îro gelê herêmê bi aramî dijî. Rêveberiya Xweser misogeriya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Ev pergal ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê hat ilankirin. Bi saya vê rêveberiyê gelên rojavayê Kurdistanê li hemberî êrîşên herî hov li ber xwe didin. Îlankirina Rêveberiya Xweser ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan e û niha jî em ber bi Federaliya bakurê Sûriyê ve diçin da ku parastina jiyana azad bike."
 
Jina bi navê Necah Ilêwî ku ji pêkhateya Ereb e jî salvegera îlankirina Rêveberiya Xweserya Demokratîk pîroz kir û got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bingeha avakirina pergala Federal a bakurê Sûriyeyê ye. Bi saya Rêveberiya Xweser  pêdiviyên jiyanê ji ser herêmê qut nabin.  Her wiha jiyana aram a ku ji bo me bingeh e, bi saya vê rêveberiyê pêk hat. Ez salvgera Rêveberiya Xweser li tevahî cîhanê û li pêkhateyên herêmê pîroz dikim."