Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rabin ser piyan
- 09:55 21 Çile 2018
- Rojane
ENQERE - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanê êrîşa dagirkirinê ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê da û diyar kirin ku serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo desthilatdarî û daxwazên xwe gelan davêjin nava agir û bang li hemû aliyan kirin ku ji bo aştiyê rabin ser piyan.
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanê êrîşa dagirkirinê ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê dan. Jinan bang li hikûmeta AKP’ê kir ku êrîşê bidin sekinandin û ji bo gelan jî bang kirin ku ji bo aştiyê rabin ser piyan.
Ji Endamên Meclsia Jinan a HDP'ê Gulsen Ulker diyar kir ku hewldana dagirkirinê ev demek bû di rojevê de bûye û got: “AKP her ku teng dibe wenda dike. Dixwaze xwe xurt bike. Dema vê dike jî dijminahiya Kurdan dike. Bi vê dijminahiyê hewl dide xwe xilas bike. Ev tevgera dagirkirinê wê bibe sedema gelek canî û wisa berdewam bike.”
‘Em pêşî lê negirin wê agir bavêje Tirkiyeyê jî’
Gulsenê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji şerê Sûriyeyê yê ji 2011’an heta niha berdewam dike herî zêde jin bi bandor dibin û got: “Tirkiye bi agir dilîze. Wê herî zêde dîsa jin bişewitin. Em bang li hemû rêxistinên jinan yên Tirkiyeyê dikin ku ji vî şerê AKP û qesrê re bêje na. Em îro pêşî lê negirin wê sibê bavê her derê Tirkiyeyê.”
Îlknur Bîrol destnîşan kir ku li dijî Efrînê tevgera dagirkirinê pêk hatiye û wiha got: “Hewl tê dayîn ku civaka Tirkiyeyê bikin aktorê pêvajoyeke bixwîn. Em carek din dibînin ku dîrok bi me tê tercihkirin. Gelo em bi gelên cîran re ligel hevin? An jî em ligel pergaleke selefîst û cîhadî ya jinan wek kole li bazaran difroşe ne? Dixwazin gelan û jinan hepsê tarîtiyekê bikin. Divê em li dijî vê êrîşê îtîraz bikin. Em neçarin ji bo aştiyê rabin ser piyan.
Jina bi navê Îlknur Ustun jî bi lêv kir ku ev dagirkirin sûcê mirovahiyê ye û got: “Efrîn li dijî sînor û axa Tirkiyeyê ne tehdîde. Jin û zarok dimrin. Gelên ji bo azadiyê jiyana xwe hunandin dimrin. Ev jî ji bo hêrs û mudaxaleya Erdogane. Em banga piştevaniya gel dikin û daxwaz dikin ku ev dagirkirin bê rawestandin. Bi taybet jin divê vê êrîşê protesto bikin û li cem gelê Efrînê bin.”








